Cîhan Xelîl: Divê hemû cîhan li dijî dagirkeriyê dengê xwe bilind bike

  • 09:06 20 Hezîran 2019
  • Rojane
Roj Hozan
 
SILÊMANÎ - Nûnera Kongreya Star a Başûrê Kurdistanê Cîhan Xelîl derbarê êrîşên dewleta tirk ên li Başûrê Kurdistanê de wiha got:"Tirkiyê dixwaze di riya êrîş û dagirkeriyê de xeyalên osmaniyan li tevahî Rojhilata Navîn zindî bike. Bêdengiya li hember van êrîşan jî dide diyarkirin ku hêzên navdewletî şirîkê vê dagirkeriyê ne."
 
Têkildarî mijara êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê de Nûnera Kongreya Star a Başûrê Kurdistanê Cîhan Xelîl nirxandin kir. Cîhanê bal kişand ser yekîtiya Gelê Kurd û wiha got:"Îktidara AKP'ê ji bo temenê xwe dirêj bike êrîşî Başûrê Kurdistanê dike. Lê divê em Kurd li dijî van êrîşan hişyar bin. Em bibin yek û li dijî êrîşan bisekinin."
 
'Siyaseta Tirkiyeyê li Sûriyeyê têk çû'
 
Cîhan Xelîl da zanîn ku siyaseta Tirkiyeyê li Sûriyeyê têk çûye û wiha domand: "Siyaseta Tirkiyeyê li Sûriyeyê têk çû. Niha jî  dixwaze bi rêbazên nû êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam bike. Bi hinceta avakirina herêmên bi ewle li ser sînorê di navbera Tirkiyeyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, tê dagirkirin. Tirkiye amadekariyên  xwe di aliyê propaganda şerê taybet de her dem dike. Her dem tehdîdên xwe dike. Lê ev tu encam negirt. Ji ber rewşa  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cuda ye. Tedbîrên hêzên QSD'ê yên ewlehiyê rê li ber dagirkeriyê girt da ku dewleta Tirkiyeê nikaribe êrîşî herêmê bike." 
 
'Tirkiye dixwaze xeyalên Osmaniyan li Rojhilata Navîn zindî bike'
 
Cîhanê di dewamiya axaftina xwe destnîşan kir ku dê êrîşkar negihêjin armanca xwe û wiha dewam kir: "Tirkiye berê êrîşên xwe da Iraq û Başûrê Kurdistanê, bi taybet herêmên Xakurkê û Xinêrê bi balafiran bombebaran kir.  Armanca van êrîşan jî ku careke din xeyalên osmaniyan bi dagirkirina tevahî Rojhilata Navîn zindî bike. Eger em bifikirin çima di wextekî wisa de êrîşî Başûrê Kurdistanê dike. Ji ber êdî her kes dizane ku dewleta Tirk di aliyê siyasî û aboriyê de îflas kiriye. Loma bi kaos û şer ji xwe re li rêya rizgariyê digere. Gelê Kurd her dem li dijî polîtîkayên qirêj sekinî. Wekî tevgera azadiyê destkeftiyên mezin hatin bidestxistin. Em dikarin bêjin di encamên hilbijartinên ku li Tirkiyê hatin çêkirin, gelê kurd gelek destkeftiyên mezin bi dest xistin. Grevên birçîbûnê yên bi pêşengtiya Leyla Guven derketin pêş, gihaşt armanca xwe. Ev yek ji bo kurdan serkeftinên mezin e. Dewleta Tirk û bi taybet siyaseta AKP'ê ji bo temenê xwe dirêj bike, hemû hêzên xwe yê leşkerî kirin dewrê û êrîşî Başûrê Kurdistanê kirin."
 
'Dema  mijar dibe  Kurd konsepta dagirkeran dibin yek'
 
Cîhanê da zanîn ku ji bo qirkirina kurdan hemû dagirker planên xwe dikin yek û bi konseptek giştî digihîne hev û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Wekî ku tê zanîn di krîza Rojhilata Navîn de, tevgera azadiyê rolek taybet dileyîze. Hem di aliyê têkiliyên xwe yê diplomasî de hem jî di aliyê çareserkirina pirisgirêka Rojhilata Navîn de statuyek girtiye. Bêdengiya li hember van êrîşan jî dide diyarkirin ku hêzên navneteweyî şirîkê vê dagirkeriyê ne. Dema mijar dibe Kurd konseptek hevpar tê avakirin. Niha Îran jî di êrîşên ser Xinêre û Xakurkê yên dikevin ser sînorê Îran û Bakurê Kurdistanê şirîk e. Gerek Tehran tevlî van şeran nebe. Yan jî  rê nede Tirkiyeyê ku êrîş bike. Lê ji ber berjewndiyên wan ji bo qirkirina kurdan, li hev hatine dikarin her noktayên xwe bidin paş û kurdan tune bikin. Belkî Iraq rasterast tevlî vê tifaqê nebûye, lê encamê bê helwestbûna wan tê wateya qebûlkirina dagirkeriyê li ser xaka Başûrê Kurdistanê."
 
'Di navbera Başûr û Tirkiyeyê de tifaqa dagirkirina xaka Başûr'  
 
Cîhanê wiha dewam kir: "Rewşa niha a li Başûrê Kurdistanê, bi taybet piştî serdana Berhem Salih a Tirkiyeyê û hevdîtinên di navbera Tirkiyeyê û Serokatîya Nêçîrvan Barzanî xirabtir bû. Di navbera xwe de tifaqek çê kirin û Tirkiye êrîş kir. 
 
Ev jî tê wê wateyê ku PDK'ê xwe teslîmî Tirkiyeyê kiriye. Bi şêwayekî din Nêçîrvan Barzanî bûye serokê herêmê, ev yek bi pêşwaziyeke gerim ji aliyê Çavuşoglu ve hat kirin. Di heman demê de li ser Kerkukê hîn pirsgirêk hene, ev valatiya di rêveberiya Başûrê Kurdistanê YNK û PDK'ê de zemînekê dide dewleta Tirkiyê, ku êrîş bike û Başûrê Kurdistanê dagir bike."
 
'Ji bo rê li pêşiya dagirkeriya Tirkiyeyê bê girtin, hevgirtinek lazim e'
 
Cîhanê bang li Gelê Başûrê Kurdistanê û partiyên wê yê siyasî kir ku hevgirtina xwe ava bikin û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser axa xwe qebûl nekin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema deshilatdarekî wekî Çavuşoglu ser axa Kurdistanê bang bike û bibêje 'Kerkuk a Tirkmena ye' û êrîşî kurdan bike ev tê wê wateyê ku PDK radestî dewleta tirk bûye. Ev tê wê wateyê ku siyaseta Başûr qels e. Divê hevgirtinek di navbera Gelê Kurd de hebe. Divê em li dijî dijminên xwe bi hev re bisekinin. Divê gelê Başûrê Kurdistanê li dijî helwesta şaş û êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê dengê xwe bilind bikin. Hêviya me ew e ku gelê Başûrê Kurdistanê dengê xwe bilind bikin û Başûrê Kurdistanê ji dagirkeran rizgar bike."
 
'Şewata zeviyên gelê li Rojava sîstematîk e'
 
Her wiha Cîhanê bal kişand ser xala şewitandina zeviyên li Rojava jî û wiha domand:"Ev demek dirêj e ku zeviyên gelê Rojava tê şewitandin. Piştî krîzê li Tirkiyeyê rû da. Niha dixwaze heman kirîzê Rojava jî bijî. Siyaseta birçîbûnê bi rê ve dibe ku gel mecbûrî xwe bihêle."