'Serkeftin a Gelê Kurd e'
- 09:03 20 Hezîran 2019
- Rojane
Hesna Mehmud
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li Kampa Berxwedanê berxwedana xwe berdewam dikin li ser sînorên ku xaka Efrîn û Sûriyeyê parçe dike gotin: "Em dîwarên parçekirina xaka Sûriyeyê şermezar dikin. Em ê sînoran hilweşînin û vegerin Efrînê. Em ê bi hêza ku Serok Apo daye me, li hember kiryarên dewleta Tirk şer bikin.”
Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê gelê Efrînê neçar ma ku berê xwe bidin herêmek ewle ji bo berxwedana xwe berdewam bikin. Lê dewleta tirk dev ji kiryarên xwe ên ser Efrînê berneda. Dest bi guhertina demografîk kir. Têkildarî vê mijarê jinên Efrînê yên ku li Kampa Berxwedanê û Navçeya Fafîn a Şehbayê bi cih bûne nêrînên parve kirin.
'Efrîn di dilê me de dijî'
Emîne Mihemed Ebdo li ser kiryarên dewleta Tirk wiha axivî: "Dewleta Tirk me bi darê zorê ji Efrînê derxist. Niha jî bi avakirina dîwaran dixwaze me bitirsîne, lê em Gelê Kurd natirsin, bi avakirina dîwaran dixwaze me ji Efrînê qut bikin, lê Efrîn di dilê me de dijî. Em ê berxwedana xwe di bin kampan de berdewam bikin heta em Efrînê rizgar dikin."
'Serkeftin a Gelê Kurd e'
Emînayê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya dewletên navneteweyî û wiha got: "Dewletên Navneteweyî li hember kiryarên dewleta Tirk bê deng in em bêdengiya wan şermezar dikin. Em Gelê Kurd xwedî maf û armanc in. Bi 72 balafirên xwe bi îradeya me nikarîbûn, niha jî bi riya sînoran careke din dixwaze îradeya me bişkîne, lê ev îrade ji fikirê Serok Apo hatiye, em ê sînoran hilweşînin û vegerin Efrînê û serkeftin a Gelê Kurd e.”
'Berxwedana me li dijî bêdengiya berdewam dike'
Selwe Elî li ser avakirina sînoran ev nirxandin kir: "Em sînorên wan şermezar dikin û em ê vegerin Efrînê ji ber ku Efrîn ya Efrîniya ye. Girtina sînor li berxwedana me bandor nake. Em ê berxwedana xwe berdewam bikin heta em vegerin Efrîna xwe. Dewleta Tirk dixwaze careke din hikma Osmaniya li ser xaka Sûriyeyê ji nû ve bike û dewleta Sûriyeyê jî bêdeng e, lê em ê berxwedana xwe li dijî bêdengiyê berdewam bikin.”
'Bi hêza ku Serok Apo daye me li hember kiryaran em şer dikin'
Fatima Îbo jî hestên xwe bi van hevokan anî ziman: "Nêzî salek û nîv em di kampan de berxwedana xwe dikin, lê tu kes ji bo mafê me deng nake, xaka Sûriyeyê li hember bêdengiya dewleta Sûriyeyê tê parçekirin. Axa Sûriyê ber bi qirkirinê ve diçe, ji ber ku dewleta Tirk vê qirkirinê pêk tîne. Em jin bê zarok dikarin bijîn, lê bê welat nikarin bijîn, ji ber vê yekê dewleta Tirk rihê me bi axa me re parçe dike."
Fatimê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Sûriyeyê tê parçekirin û wiha pê de çû: “Saziyên fermî yên pergala Suriyeyê guh û çavên xwe li ser vê yekê girtine. Em jin canê xwe fedayî axa xwe dikin û em nahêlin dewleta Tirk kevneşopiya Osmanî li ser axa me nû bike. Em ê bi hêza ku Serok Apo daye me li hember kiryarên dewleta Tirk şer bikin."