ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2019'AN

  • 09:00 20 Hezîran 2019
  • Rojev
*Li Qersa ku çand û nasnameyên cuda bi sedsalane li gel hev dijîn, jin li gel aboriyê, aktîvîteyên çand û hunerê, bajarekî ku xweserbûna hemû rengan dihewîne dixwazin.
 
*Jinên Kooperatîfa Çandiniyê li yên Kantona Qamişloyê xebatên çandiniyê didin meşandin gotin: "Em bi karê çandiniyê vedigerin dîroka xwe û me bi kedê xwe nas kiriye." DÎMEN HEYE
 
* Jinên Efrînê yên ku li Kampa Berxwedanê berxwedana xwe berdewam dikin li ser sînorên ku xaka Efrîn û Sûriyeyê parçe dike gotin: "Em dîwarên parçekirina xaka Sûriyeyê şermezar dikin. Em ê sînoran hilweşînin û vegerin Efrînê. Em ê bi hêza ku Serok Apo daye me, li hember kiryarên dewleta Tirk şer bikin.” DÎMEN HEYE
 
*Nûnera Kongreya Star a Başûrê Kurdistanê Cîhan Xelîl derbarê êrîşên dewleta tirk ên li Başûrê Kurdistanê de wiha got:"Tirkiyê dixwaze di riya êrîş û dagirkeriyê de xeyalên osmaniyan li tevahî Rojhilata Navîn zindî bike. Bêdengiya li hember van êrîşan jî dide diyarkirin ku hêzên navdewletî şirîkê vê dagirkeriyê ne."
 
*Jinên Şengalê derbarê zewaca temenê biçûk de nerazîbûna xwe anîn ziman û gotin:"Ji bo jiyanek baş û civakek pêşketî divê rê li ber zewaca di temenê biçûk de bê girtin. Zewaca di temenê biçûk de derûniya zarokan û civakê xirab dike." DÎMEN HEYE
 
*Li Tetwanê ji ber alozî û krîza aborî gelek kargeh hatin girtin û her wiha ber bi girtinê ne. Esnafên jin, bertek nîşanî polîtikayên aborî yê heyî dan û gotin ku li dijî alozî û krîza aborî pêwistî bi polîtikayên rast heye. BI DÎMEN
 
*Hevşaredara Silopiyê Adalet Fîdan, ji bo şahiya mûzîkê ku wê ji ciwanan re di 22’ê Hezîranê de li Qada Newrozê  bê li darxistin banga tevlibûnê kir. Edaletê di banga xwe de diyar kir ku bila ciwan li dijî tacîz, tecawiz û bikaranîna hişbirê tevlî şahiya mûzîkê bibin. BI DÎMEN
 
*Platforma Jinan a Mafê Nefeqeyê kampanyaya îmzeyan a dabû destpêkirin di 8 rojan de gihaşt 10 hezarî. Femînîst aktivîst Berrîn Sonmez, da zanîn ku li welat lobîyek xurt a piştgiriyê dide berjewendiyên mêran heye û got: “Daraz jî û desthiladarî jî bi van re ye. Piştgiriyê didin nîvê civakê û nîvê wê jî ji nedîtîve tên.” DÎMEN HEYE
 
*Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya, diyar kir ku yekane riya li dijî şîdetê têkoşîn, rêxistinbûne û wiha got: “Em bi zîhniyeteke ku, mêrên ji polîtîkayên bêcezabûnê cesaretê digirin û dikujin re rû bi rû ne. Ligel guhertina darazê divê feraseta zîhnî jî biguhere.”
DÎMEN HEYE
 
*Psîkodramatîst Asli Avşar da zanîn ku rojnamegerên li qadan pîşeya xwe îcra dikin rastî travmayê tên û got ger hewce be dikarin alîkariya profesyonel jî bigirin. DÎMEN HEYE
 
*205 hezar û 84 penaberên Sûriyeyê yên li Mersînê dijîn, ji bo bibin xwedî nasnameya demborî bi şev û roj eziyetê dikşînin û hinek penaber bi qasî du hefteyan di rêzê de dipên. DÎMEN HEYE
 
*Hilbijêrên kurd diyar kirin ku di hilbijartinên roja yekşemê li Stenbolê pêk tên de piştgiriyê didin namzetê CHP’ê û bertekên xwe yê li hemberê AKP’ê wiha anîn ziman: “Welatiyên bi salane ‘terorîstin’ gelo niha bûne ‘welatî?’ Me dît wan li Gebzeyê dayik çawa avêtin erdê.”BI DÎMEN