Dayikên Laçikspî ji bo piştevaniyê mezin bikin hatin gel hevdu

  • 16:56 19 Hezîran 2019
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Laçikspî yên ji bo lidarxistina çalakiyê hatin gel hevdu gotin:"Bi serîhildana ku me li ber girtîgehan dest pê kir kêm be jî me tecrîd şikand. Niha armanca me ya herî girîng ew e ku em Ocalan azad bikin û aştiyek bi rûmet pêk bînin."
 
Dayikên Laçikspî yên li Stenbolê dijîn ji bo lidarxistina çalakiyê li ber avahiya Meclîsa Dayikên Aştiyê hatin gel hevdu. Dayikên ku ji bo piştevaniyê mezin bikin hatin gel hevdu xwarinên ku çê kiribûn jî anîn. Dayikan govend gerandin û lîrandin. Dayikan di heman demê de eleqeyek mezin da rojnamegerên ku di serdema grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ew tenê nehiştin. Piştre dayikan daxuyanî dan û derbarê çalakiya xwe de axivîn. 
 
'Armanca me ew e ku em aştiyek bi rûmet pêk bînin'
 
Bedia Gokyuz a ku li ser navê dayikan axivî, got:"Em bi rêzdarî hemû dayikên ku  beşdarî çalakiyê bûn pîroz dikin. Bi serîhildana ku me li ber girtîgehan dest pê kir kêm be jî me tecrîd şikand. Niha armanca me ya herî girîng ew e ku em Ocalan azad bikin û aştiyek bi rûmet pêk bînin."