‘Kesên ku dibin sedema penaberiyê divê bên cezakirin"

  • 15:54 19 Hezîran 2019
  • Rojane
AMED - Bi minasebeta Roja Penaberên Cîhanê, Platforma Têkoşîna ji bo Jinên Bi Darê Zorê Hatine Girtin daxuyaniyek da û wiha got: "Têkoşîna me ji bo jinên ku bi darê zorê hatine girtin dê her tim bidome."
 
Platforma Têkoşîna ji bo Jinên Bi Darê Zorê Hatine Girtin bi minasebeta 20'ê hezîranê Roja Penaberên Cîhanê li Komeleya Rosayê daxuyaniyek da çapemeniyê. Endamên Platforma Jinan a Dîcle Amedê, endamên Komeleya Rosayê û endamên Platforma Têkoşîna ji bo Jinên Bi Darê Zorê Hatine Girtin tevlî daxuyaniyê bûn. Gulcîhan Şîmşek li ser navê platformê daxuyanî da û bal kişand ser rewşa penaberan. 
 
Gulcîhan, diyar kir penaberî tercihek nîne û ji ber şer, pevçûn, birçîbûn û rewşa siyasî neçar dimînin ku berê xwe bidin welatên cuda û wiha axivî: "Penaberî ji bo mirovan çareseriya herî dawiye yê û ji ber bêçaretiyê biryarek bi vî rengî didin. Ji ber qirkirin û şerê heyî gel ji penaberiyê tercih dikin. Divê kesên ku dibin sedemên penaberiyê  bên darizandin û bên ceza kirin."
 
Gulcîhan, destnîşan kir ku edaleta derengmayî, ne edalet e û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ji bo me pêvajoya darizandina serbixwe girîng e. Têkoşîna me ji bo jinên ku bi darê zorê hatine girtin dê her tim bidome. Em bi biryarîn ku ji bo jiyaneke edîlane têbikoşin."