TJA: AKP penaberan li dijî Ewropayê mîna şantajê bi kar tîne
- 12:49 19 Hezîran 2019
- Rojane
AMED - Tevgera Jinên Azad, bi minasebeta Roja Penaberên Cîhanê, peyameke nivîskî da û diyar kir ku ji bo pêşî li her cureyên tundiya li hemberî penaberên jin û zarokan were girtin, divê kamp ji rêxistinên jinan re û ji rêxistinên sivîl re bên vekirin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi minasebeta 20'ê hezîranê Roja Penaberên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî da û bal kişand ser rewşa penaberên li Tirkiyeyê. Jinan di daxuyaniya nivîskî de destnîşan kir ku AKP penaberan li dijî Ewropayê mîna şantajê bi kar tîne.
'Fihûş bi pergalî li ser jinan tê ferz kirin'
Di daxuyaniya Tevgera Jinên Azad de wiha hat gotin: "AKP, erdnegariya Kurdistanê bi bi şer dike qada penaberiyê. Dixwaze kurd, ereb, êzîdiyan ji axa wan dûr bixe. Her wiha penaberên ku li Tirkiyeyê di kampan de dijîn hêj negihane heq û mafên xwe yên demokratîk. Bi taybetî li kampan bûyerên tacîz, tecawizê û fihûşê gelek in û ev tişt bi rêya çapemeniyê aşkera dibe. Herî dawiyê di çapemeniyê de di kampa Rihayê de zarokên 13-14 salî bi pereyan hatin firotin. Her wiha li kona ya Telhamût Serêkaniyê jî fihûşê bi pergalî li ser jinan tê ferz dikin.''
'Dev ji polîtîkayên berjewendiyê berdin'
Tevgera Jinên Azad di daxuyaniyê de bang li hikûmeta AKP'ê kir û wiha hat gotin: "AKP demildest divê dev ji van polîtîkayên penaberan dike polîtîkayên xwe yên berjewendiyê berde. Bi pêşnûmeya yasaya gerdûnî divê mafên penaberan bên parastin, divê Peymana Nevteweyên Yekbûyî (NY) bên bi cihanîn. Ji bo pêşî li her cureyên tundiya li hemberî penaberên jin û zarokan were girtin, divê kamp ji rêxistinên jinan re, ji rêxistinên sivîl re bên vekirin.''