'Wê dagirkerî bi ser nekeve'

  • 10:29 19 Hezîran 2019
  • Rojane
Dilûcan Bozî/Dîcle Demhat 
 
KOBANÊ- Bi sedan ji şêniyên Herêma Firatê li pira Qereqozaq kom bûn bi mitîngekê ji bo êrîşên dewleta Tirk yên li ser qadên parastina Medya, Başûrê Kurdistanê û Efrînê şermezar kirin. Jinên ku berşdarî mitîngê bûn peyamên xwe yên li dijî êrîşan anîn ziman û gotin:"Erdogan tevlîheviyê di navbera netewan de çêdike."
 
Dewleta Tirk di dîroka 24'ê Çileya 2019'an de êrîşî bajarê Şêladiz û Dêrelûkê kir. Di encama êrîşan de hejmarek ji gel birîndar bûn û pênc sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha gelek zevî, lawir û malên welatiyan hatin şewitandin. Di 29'ê Gulana 2019'an de jî dewleta Tirk pilanên xwe yên êrîşê li ser qadên Parastina Medya dan destpêkirin. Di encama êrîşên balafir û topbaranan de erdinîgarî şewitî û ruhberên têde hatin tunekirin. Gelek sivîlan jî birîndar bûn û hejimarek zêde ji wan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Bi dirûşmeya "Gelê herêma Firatê dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê nelet û şermezar dikin" bi sedan şêniyên herêma Firatê, Dêrazor, Reqqa, Tebqa û Mimbicê li ser pira Qereqozaxê mitîng li dar xistin. Jinên ku beşdarî mitîngê bûne nerînên xwe parve kirin.
 
'Jinên Reqqa DAIŞ têk bir wê jinên Başûr jî dawî li êrîşên dewleta Tirk bînin'
 
Jina bi navê Zelîxa Ebdî diyar kir ku bi berxwedana jinê êrîşên çeteyan têk çû û wiha got: "Îro em jinên Bakurê Rojhilatê Sûriyê li vir kom bûne, ji bo ku em helwesta xwe li hemberî van êrîşan nîşan bidin. Na ji dagirkeriya Tirkiyê re û rêxistinên ku çavên xwe ji van êrîşan re girtine. Em weke jinên bajarê Reqqayê bi birîn û êşên gelê Başûrê Kurdistanê dihesin. Çawa ku jinên Reqqa li pêşiya dijmin sekinîn û DAIŞ têk bir wê jinên Başûr jî dawî li êrîşên dewleta Tirk bînin. Wê jin bi îradeya xwe Efrînê jî rizgar bikin. Daxwaza me hemû pêkhateyan projeya netewa demokratîk zindî bikin û jin bibe xwedî biryar."
 
'Tu kes nikare projeya me parçe bike'
 
Nur Elhamid û Husna Zahêr ku ji bajarê Mimbicê ne bal kişandin wekheviya Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha gotin: "Di destpêkê de em êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê nelet û şermezar dikin. Tu carî em qebûl nakin ku bohustek ji axa me dagir bibe. Erdogan dixwaze careke din çeteyan bizîvirîne li ser axa Bakur Rojhilatê Suriyê û dagir bike lê em gelê li vê herêmê dijîn em yek in û tu kes nikare me ji hev cuda bike. Armanca Erdogan ber çav e ku dixwaze di navbera gelên herêmê de fitne û fesadiyan çêke. Di encama kiryarên Erdogan de rewşa herêma Efrînê diyar e. Em ê bi rihê wekheviyê êrîşan tên bibin."
 
'Em ê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin'
 
Şeha Hesen ku ji pêkhateya Turkmen e hêrsa xwe ya li dijî êrîşan bi van gotinan anî ziman û wiha got: "Me bi deh hezaran berxwedêr sipartin vê axê û em ê hîna jî bedelên giran bidin, em nahêlin Erdogan û şirîkên wî axa me dagir bikin. Ew dixwaze ku welatê me her tim xirab bike û nahêle şên bibe, lê belê em ê hertim li dijî wî li ber xwe bidin."
 
'Erdogan û DAIŞ'ê jiyan li me kirin dojeh'
 
Sîham Elî ji bajarê Reqqayê bal kişand ser dagirkirina Efrînê û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Salek bi ser dagirkirina Herêma Efrînê re derbas bû. Lê her kes li beranberî vê dagirkeriyê bêdeng in. Hê jî li wê herêmê bi sedan jin, zarok têne kuştin, revandin, tecawîzkirin û gelek kiryarên derveyî ehlaq tên meşandin em van bêdengbûyînê şermezar dikin." 
 
'Em êrîşkaran di nava axa xwe de qebul nakin'
 
Perîşan Cezayrî ya ji bajara Kobanê ye wiha got: "Di destpêkê de ez silavên xwe ji Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocelan re dişînim û êrîşên dewleta Tirk li ser axa xwe qebûl nakin. Em gelê kurd li ser axa xwe dijîn. Em êrîşkaran di nava axa xwe de qebul nakin.  Wê dagirkerî bi ser nekeve. Em ê nehêlin kes axa me dagir bike."