'Ez ê li ser axa xwe li benda rizgarkirina zarokên xwe bim'

  • 09:21 19 Hezîran 2019
  • Rojane
Ehlam Heci
 
ŞENGAL - Dayika bi navê Koçer Hesin û keça wê Evîn ku ji destên çeteyên DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin behsa çîroka xwe kirin. Koçer û Evîna ku ji destên çeteyan hatin rizgarkirin gotin:"Me gelekî bêriya axa xwe ya pîroz kiribûn. Li dijî tundiyê em ê her dem li berxwe bidin û axa xwe biparêzin."
 
Di fermana 3'ê Tebaxa 2014'an de DAÎŞ'ê êrîşî Şengalê kir û di encamê de gelek jinên Kurd ên Êzidî hatin qetilkirin. Gelek jê hatin revandin. Dayika bi navê Koçer Hesin û keça wê Evîn a 15 salî jî ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatibûn revandin. Bi berxwedana Baxozê Koçer û Evîn hatin rizgarkirin. Koçer û Evînê behsa çîroka xwe ya kêliyên di destên DAÎŞ'ê de bûn û piştre ji aliyê QSD'ê ve hatin rizgarkirin, vegotin. 
 
'DAÎŞ'ê ez 7 caran firot'
 
Evînê wiha got:"DAÎŞ'ê ez û malabata min li Şengalê revand. Me bir Til Eferê û li wir ez ji malbata min qut kir. Ez derbasî Sûriye kirin û ez li wir 5 salan mam.  DAÎŞ'ê ez 7 caran firot. Ji ber ku min bi ya wan nedikir her dem li min dixistin û canê min mor dikirin. Piştre em birin Baxozê nêzî du heyvan em li wir man. Tiştek tune bû em bixwin. Em birçî diman. Şer giran bû. Piştre em derbasî Kampa Holê bûn. Min tu carî bawer nedikir ku ez ji destên DAÎŞ'ê rizgar bibim. Cilên reş li me dikirin. Lê min qet ji wê çarşefa reş hez nedikir. Ez niha gelek bextewar im ku hatim rizgarkirin."
 
'Ez ê li ser axa xwe li benda rizgarkirina zarokên xwe bim'
 
Dayika Evînê, Koçer Hesin jî wiha got:"Li Şengalê DAÎŞ'ê dema em girtin 2 kurê min û 7 keçên min hebûn. Keçek min ji min qut kirin. Du kurên min jî tevî xwe birin. Rewşa me gelek ne baş bû. Me birin Til Efer û Mûsûlê. Jinên temenê wan mezin dikuştin. Piştre me birin Reqayê li wir em 5 rojî li zindanê man. Jinên ciwan dibirin. Em nêzî 50 jin û zarok bûn. Dema zarokên min ji min qut kirin ez gelek xemgîn bûbûm. Hîn jî hinek zarokên min di destên çeteyan de ne. Ez spas dikim ku YPG û YPJ'ê me rizgar kir. Ez gelek bextewar im ku keça min ji destên çeteyan hat rizgarkirin. Ez hêvî dikim ku zarokên min ên din jî bên rizgarkirin. Ez ê li ser axa xwe li benda rizgarkirina zarokên xwe bim."