'Em ê projeyên Dîbayê ya nîvco mane temam bikin'
- 09:20 19 Hezîran 2019
- Rojane
WAN - Hevşaredara dema berê ya Erdîşê Dîba Keskîn 3 sal in di girtîgehê de ye. Hevşaredara HDP’î Yildiz Çetîn ya di 31’ê adarê de hat hilbijartin wiha got: “Şaredar Dîba 3 sal in girtiye. Em ê li derve xebatên xwe berdewam bikin. Projeyên wê em ê temam bikin.”
Li navçeya Erdîş a Wanê Dîba Keskîn di hilbijartinên 2014’an de bû namzet û bi dengekî mezin ji Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bû hevşaredar. Di demek kurt de projeyên girîng xist jiyanê û ji aliyê gel ve rastî eleqeyeke mezin hat. Dîba jî wek gelek hevşaredarên jin hat binçavkirin û girtin. Bi hinceta di 2’ê cotmeha 2015’an de tevlî daxuyaniya ‘rêveberiyên xweser’ bûye hat darizandin û girtin. Di rûniştina di 13’ê adara 2017’an de hat dîtin de bi îdiayên ‘propangada rêxistinê kiriye’, ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘Ji bo sûc bê kirin aşkera tahrîk kiriye’ 13 sal û 9 meh ceza hat birîn.
Dîbayê da zanîn ku şert çi dibin bila bibin divê jin li dijî zîhniyeta serdest ya mêr amade bin û pirtûkek helbestê ya Kurdî nivîsî û gelek hat ecibandin. Di rojên borî de bi tevlîbûna parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Huda Kaya li navçeyê bernameyek pêk hat û pirtûka wê ya bi navê ‘Bender’ rastî eleqeyek mezin hat.
‘Gelek bêriya gelê Erdîşê dike’
Xwişka wê Dîndar Ermîş diyar kir ku ew bi xwişka xwe serbilinde û wiha axivî: “Hatin vir hesteke gelek xweş e. Bêguman me ev hest bi Dîbayê re bijiya wê cudabûna. Ez her tim bi Dîbayê serbilindim. Dema em diçin hevdîtina wê dibêje ‘min gelek bêriya gelê Erdîşê kiriye’. Wekê ku zarokên xwe li pey xwe hiştiye.”
‘Gelê Erdîşê dîsa xwedî li îrada xwe derket’
Keça wê Rengîn Keskîn jî bi lêv kir ku dayika wê gelek karê baş meşandiye û wiha pê de çû: “Gelê navçeyê eleqeyek mezin nîşan dide. Em ji ber vê kêfxweş û serbilindin. Di hevdîtina dawî de, bidestxistina hilbijartinan ew gelek kêfxweş kiribû. Bi kêfxweşiya dayika xwe ez jî kêfxweşim. Wê li vir gelek tiştên xweş kir. Ez bi wê serbilindim.”
‘Em ê li dijî serdestiya mêr têbikoşin'
Hevşaredara HDP’ê ya Erdîşê Yildiz Çetîn jî destnîşan kir ku meşandina pergala hevserokatiyê ya li navçeyê ku Dîbayê meşandiye, têkoşîna wê ya jinê, karên ku bi nêrîna jinê meşandiye ji aliyê gel ve rastî eleqeyeke mezin hatiye û wiha bi dawî axaftina xwe anî: "Dîba 3 sal in bi awayekî dijhiqûqî girtiye. Em doz didin ku em ê bi rêgezên dirûs, rengê jinê û nêrîna jinê xebatên xwe bimeşînin. Em ê projeyên nîvco mane yên Dîbayê temam bikin.”