‘Em ê li dijî fuhuş, asîmîlasyonê bi rihê 68’an têbikoşin’
- 09:08 19 Hezîran 2019
- Rojane
Berîtan Canozer
AMED - Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Sevîm Akdag pêngava ‘nebe tiryak, azad be’ a li dijî fuhuş, hişbir û asîmîlasyonê hatiye destpêkirin nirxand û got: “Di serî de li Kurdistanê li hemû Tirkiyeyê em ê rê nedin hişbir, fuhuş û asîmîlasyonê. Em bang li hemû ciwanan dikin ku li dora vê pêngavê bibin yek û têbikoşin.”
Meclîsa Ciwanan a HDP’ê li dijî polîtîka hişbir, fuhuş û asîmîlasyonê pêngava ‘nebe tiryak, azad be’ da detspêkirin. Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Sevîm Akdag der barê pêngavê de axivî û got dewlet bi taybet li herêmê polîtîkayeke taybet dimeşîne.
Sevîmê da zanîn ku piştî kongreya ciwanan a li Amedê pêk anîne şûnde li herêman biryara meclîsbûnê dane û li ser vê biryarê meclîs ava kirine û got: “Ewl li herêmê, piştre jî li navend û navçeya me meclîs îlan kirin. Ji her bajarî bi tevlîbûna 2-3 kesan di rojên borî de me li Enqereyê meclîsa giştî îlan kir. Me meclîseke ciwanan a hemû herêm tevlî bûn û xwedî gotin in îlan kir. Me nîqaş meşandin. Me pirsgirêkên rêxistinbûna ciwanan û astengiyên li pêş nîqaş kir. Me polîtîkayên şer ên taybet nîqaş kir û teşhîr kir.”
‘Polîtîkayeke ku jinên ciwan ji rê derdixin tê meşandin’
Sevîmê daxuyakirin ku li dijî gotinên zayendperest, îstîsmara zarokan û kuştinên jinan, bi pêşengiya jinên ciwan biryara mezinkirina têkoşînê hatiye girtin û ev tişt anî ziman: “Di vê mijarê de bêyî teredut wê mêr bên teşhîrkirin. Dîsa li Kurdistan û Tirkiyeyê komkujiya xwezayê pêk tê. Gund tên valakirin û şewitandin. Em ê ciwan li dijî vê têkoşînek rêxistinkirî bimeşînin. Ne tenê bi daxuyaniyan divê têkoşînek bi bandor hebe. Dîsa di heman demê de li ser jinan polîtîkayên ji rê derxistinê tên meşandin.”
Sevîmê destnîşan kir ku wê li dijî van hemû polîtîkayan ciwan di parastina cewherî ya civakî û parastina cewherî ya fîzîkî de be û got: “Em ê gund bi gun, tax bi tax, kolan bi kolan, mal bi mal bigerin. Em ê di pozîsyoneke pasîf de nebin. Em ê di pozîsyonek têkoşînê de bin. Hişbir, fuhuş, asîmîlasyon û komkujiya xwezayê tenê pirsgirêka aliyekê civakê nîne. Pirsgirêka civakê giştiye.”
‘Em ê bi rihê 68’an têkoşînê mezin bikin’
Sevîmê balkişand ser pêngava ‘nebe tiryak, azad be’ û got ev kampanya ji çar pêngavan pêk tê û wê li her derê xwe bigihînin civakê û got: “Pêngava yekem; çapkirina buroşurên me amade kirine û belavkirina van e. Em ê bi van buroşuran bikevin her malê. Em hedef dikin xwe bigihînin hemû dayik, jinên ciwan û zarokan. Pêngava duyem jî panel, civîn, konferans in. Asta sêyem jî meşên girseyî ne. Asta çaremîn jî avakirina navendên rehabîlîtasyonê ye. Em ê bi rihê 68’an têbikoşin. Em ê li Kurdistan û Tirkiyeyê rê nedin fuhuş, asîmîlasyon û hişbirê. Ez bang li hemû ciwanan dikim ku li dora vê pêngavê bibin yek û têbikoşin.”