Gulê ya 5 xizmên wê li Efrînê hatin qetilkirin:Divê Kurd her hişyar bin
- 09:05 19 Hezîran 2019
- Rojane
Sara Şêx Hesen
HELEB - Bi destên çeteyên Cebehet El-Nusra û kolberan malbatek Efrînî hatibû qetilkirin. Dayika bi navê Gulê Bekir a ku 5 kes ji malbata wê hatin qetilkirin got:" Ji malbata min 5 kes hatin qetilkirin. Ji bo ku ev tiştê bi serê min hatiye bi serê kesî din neyê bila hemû kes baldar bin û xwe li rêyên qaçax nexin. Kes ji kurdan hez nake her tim dixwazin wan qetil bikin. Her tiştî bi serê me de tînin."
Malbatek Efrînî bi destê çete û qaçaxçiyan hatin qetilkirin. Malbata ku ji 7 kesan pêk dihat tenê 2 du kes man. Dayika bi navê Gulê Bekir ya niha li Taxa Şêx Meqsûdê bi cih bûye bûyera bi şewat a ku jiya vegot. Gulê Bekir got: “Ez dayîka berxwedêrekî me, kurê min di şerê Efrînê de tevlî pakrawanên azadiyê bû. Piştî şerê Efrînê, em koçberî Şehbayê bûn. Li gundê Ehirezê em du mehan man. Ji ber tendirustiya bûk û keça min ne baş bû, me wan rakir Helebê da ku bên dermankirin.”
'Kolberan ji bo pera malbat radestî çeteyan kirin'
Gulê bazara çeteyan a ser zarokên xwe wiha anî ziman: "Dema me keç û bûka xwe rakir ji bo derbasî Helebê bikin, du kolberan ew birin. Yek ji wan ji Ehirezê heta gundê Nibilê birin û ji Nibilê erebeyek çeteyan ji me re gotin nêzî du saetan wê di hundirê Helebê de bin. Li ser esasê bawerî min zarokên xwe rakirin, lê kolberan zanibûn bi wan re pere, zêr û dolar hene. Dema ketin qadên ku di destên Cebihet El-Nusra û ya rêjîmê de bû, li wir her pênç xizmên min bi derbên çekan qetil kirin. Çeteyan xizmên min qetil kirin."
'Dilê min gelek bi êş e'
Gulê wiha berdewam kir: "Ji me re dibêjin ku pêl mayînê kirine, lê dema me cenazeyên xizmên xwe dît hemû bi derbên çekan hatibûn qetilkirin. Paşê cenazeyê wan Cebihet El-Nusra rakiribûn nexweşxaneya Nibilê. Zarokê min hatin qetilkirin. Kolber berî ji Nibilê derkevin û bi riya Helebê bikevin pere ji me standin. Paşê pereyên bi xizmên min re bû jî ji wan dizîn û hemû qetil kirin. Dilê min gelek bi êş e."
Gulê bang li welatiyan kir û got: "Newrûz Mihemed a 35 salî, Zekiye Bekir a 60 salî, Mihemed Bekir ê 42 salî, Zarokek Welat Bekir ê 6 salî û Nûjîn Bekir a 2 salî hatin qetilkirin. Tenê Eslan Bekir ma. Ji bo ku ev tiştê bi serê min hatiye bi serê kesî din neyê bila hemû kes baldar bin û xwe li rêyên qaçax nexin. Kes ji kurdan hez nake her tim dixwazin wan qetil bikin. Her tiştî bi serê me de tînin. Divê Kurd her hişyar bin."