'Bi perwerdeyê em dixwazin zihniyeta deshilatdar û baviksalarî biguhere'
- 09:02 19 Hezîran 2019
- Rojane
Sozda Oremar
ŞEHBA - Cara yekem bi pêşengiya Kongreya Star li Şehbayê perwerdeya bi navê 'Şehîd Rûken' ji bo mêran dest pê kir. Derbarê perwerdeyê de endamên Komisyona Jinê ya Meclîsa Efrînê axivîn û gotin:"Ji bo pêşketina civakê perwerdeya jin û mêran girîng e. Divê em ji bo serkeftin û pêşketinê her xwe perwerde bikin."
Bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star a Efrînê cara yekem perwerdeya bi navê "Şehîd Rûken" ji bo mêran li Şehbayê hat destpêkirin. Bi beşdarbûna hemû hevserokên sazî û meclîsên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk perwerde pêk hat. Li ser mijarên dîroka jinê, girîngiya perwerdeyê, welat, welatparêziyê hat sekinandin. Têkildarî vê mijarê hevserokên ku li perwerdeyê amade bûn û jinên ku ders dan nêrînên xwe bi me re parve kirin û gotin:"Em ê projeya Netewa demokratîk projeya Serok Apo pêk bînin. Perwerde cihê fêrbûnê û zanebûnê ye. Heta jin azad nebe civak azad nabe."
'Bi perwerdeyê em dixwazin zihniyeta deshilatdar û baviksalarî biguhere'
Endama Komîteya Jinê ya Kantona Efrînê Sureye Musteha li ser perwerdeyê wiha got:"Destpêkirina vê perwerdeyê berdewamiya xebatên li Efrînê ne. Biryar hat dayin ku çawa jin perwerde dibin divê mêr jî perwerde bibin. Hevserok û rêveberiyên saziyan jî cihê xwe tê de digirin. Nêzî 35 mêrî cihê xwe di nava vê perwedeyê de girtin. Ders ji aliyê jinan ve hat dayin. Deh rojî dewam dike. Pêwistî heye ku di warê zihniyetê de guhertinek çê bibe. Ev yek jî bi saya perwerdeyê pêkan e."
'Em rexnedayîna xwe li hember rastiya jinê didin'
Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Bekir Elo ku tevlî perwerdeyê bûye axivî û got:"Nêzî deh roj in em derbasî perwerdeya Rêxistina Kongra Star a Efrînê bûn. Perwerde li ser xeta azadiya jin û rastiya jinê hat destpêkirin. Ev jî gavek pir pêşketî bû ji bo me mêran. Ji ber ku bi rastî em negihaştibûn fikra Serok Apo ya ku bi me daye naskirin. Lê bi rêya tevlîbûna me ya perwerdeyê me rastiya jinê bêtir nas kir. Em jî rexnedayîna xwe li hember rastiya jin û îradeya jinê didin ku heta niha me ev fikir nas nekiribû."
'Em ê projeya Netewa Demokratîk pêk bînin”
Her wiha Hevseroka Desteya Dîrokî ya Kantona Efrînê Hemîd Nasir axivî û got:"Em tevlî perwerdeya bi navê Şehîd Rûken bûn. Encamê ku me ji perwerdeyê girtiye ew e ku heta roja îro zihniyeta desthiladar tê meşandin û mafê jinê ji aliyê aborî, siyasî, civakî hatiye desteserkirin. Em jî ji hemû jinên bindest re azadiyê û aştiyê dixwazin. Em ê jî projeya Netewa demokratîk projeya srok Apo pêk bînin, ji ber ku dema jin azad dibe civak tevahî azad dibe."
'Ji bo naskirina rastiya jinê ev perwerde gelek girîng bû'
Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Şîraz Hemo jî li ser perwerdeyê wiha axivî:"Şoreşa Rojava şoreşa guhertin û veguhartinê ye. Pir gavên girîng hatin avêtin û pirsgirêkên civakî hatin çareserkirin. Tiştên herî balkêş jî şoreşa bi pêşengtiya jinê hat kirine. Divê rastiya jinê zanista jinê rol û têkoşîna jinê di civakê de, derkeve pêş. Divê têkiliyê di nava jin û mêr de baş were pênasekirin. Ev perwerde jî gavek ji gavên têkoşîna jinê ye. Em bi hêvî ne piştî qedandina vê perwerdeyê guhertinek di zihniyeta mêr de were avakirin ku rastiya jinê bê nasbikin. Di rewşa me û koçberkirinê de her tim êrîşî jinan dikin û bi şerekî taybet dixwazin jinê tune bikin. Perwerdeya mêran jî gavek li hember êrîşên ku li ser jinê tê kirin e."
'Jina azad civakek azad e'
Hevserokê Meclîsa Gundê Babinêsê Mehmod Reşîd jî yê beşdarî perwerdeya Şehîd Rûken bûye axivî û got:"Tevlîbûna me ya ji bo perwerdeya bi pêşengtiya Rêxistina Kongra Star gavek baş bû. Me encamên pir girîng girtin. Di destpêka dîrokê de jinê civak bi rê ve dibir û wekheviyek di nava gel de çê dikir. Lê ger jin azad nebe civak azad nabe."
'Zîhniyeta 5 hezar salî her xwestiye ku civak bê îrade bimîne'
Hevseroka Meclîsa Kantona Efrînê Şêrîn Hesen li ser girîngiya perwerdeyê axivî û got:"Li cîhanê krîzek mezin heye. Ji ber ku zihniyeta desthiladar a 5 hezar salî. Hatiye xwestin ku civak bê îrade, nasname û bê hêz bimîne. Loma ji bo zihniyeta baviksalarî ji holê rabe me dest bi perwerdeyek wiha kir."