Nimûneya jina serhildêr, wêrek û şoreşger Zenobiya ye

  • 09:01 19 Hezîran 2019
  • Rojane
 
Sorgul Şêxo/Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Zenobiya ya bi têkoşîna xwe li hember desthilatdariyê şer kiriye, ji aliyê gelek zanyar û dîrokzanan ve wiha hatiye pênasekirin:"Jina ku di hundirê xwe de bedewbûna hizir, zanyarî, felsefe û exlaq kom dikir bû Zenobiya."
 
Dîrok bi navê jinên şoreşger ku li hember koletiyê serî hildane û muhra xwe li dîrokê dane bi tîpên zêrîn hatiye nivîsandin. Di dîroka Ereban de jî gelek jin şerên herî mezin berî û piştî zayînê bi rê ve birine. Yek ji van jinên pêşeng Zenobiya ye. Heteşbesût, Belkiz, Kîlopatra, Nefer Tîtî, Narîman, Ferîde, Nazlî EbdilRehîm û bi dehan wekî van jinan hene û navê wan di dîrokê de derneketiya pêş ji ber zihniyeta desthilatdar a baviksalarî her têkoşîn û keda jinan dikirin para xwe û hebûna împaratoriya xwe li ser keda jinê ava dikirin. 
 
Gelek zanyar, nivîskar û dîrokzanan dîroka jinan li gorî berjewendiyên xwe dinivîsandin û bi çapkirina pirtûk, helbest û romanan bi civakê didan qebûlkirin û perwerdekirin. Dîroka netewan berovajî dikirin û tu kesî nikaribû dawî li bêdengiya xwe bînin û li hember wan bi helwesteke cidî serî hildin. Jin gelek caran bi qetilkirinê dihatin tehdîdkirin, lê zayenda ku bêdengî qebûl nekir û şerê serdema Romayan û gelek şerên din bi rê ve birin jin bûn.
 
Divê di dosyeya xwe de me xwest em pêşenga jin Zenobiyayê bide naskirin.
 
Zenobiya kî ye?
 
Keybanûya Împaratoriya Palmîra Zenobiya heta roja me ya îro wekî jina wêrek, xwedî bawerî, ji sekna xwe bawer, zanyar, û bedew a Rojhilatî tê naskirin. Zenobiya berî zayinê di  240'an de  li Tedmurê (Palmîra)çavên xwe li cîhanê vedike. Zenobiya keça bavekî dewlemend e. Bavê wê xwest ku jê xilas bibe lê Zenobiya biryara xwe dûrî malbata xwe bijî û kesayeta xwe li gorî armancên ku daye pêşiya xwe, xwe avabike da. 
 
Yek ji heweskariya Zenobiya ew bû ku nêçirvanî û avêtina sehim xweş dizanîbû û ji ber berdewamiya wê, bûbû pispor. Li hember hemû zehmetiyên jiyanê bi ruyekî geş û hêza çareseriyê nêz dibû.
 
Zenobiya bi padîşehê Tedmurê(Palmêra) Ûzeyîna re dizewice û gelek şer bi rê ve dibe û împaratorê bi navê Urîliyan têk dibe. Paşê hevjinê wî Ûzeyîna tevî kurê xwe ji aliyê kesên nenas ve tên kuştin. Paşê Zenobiya barê rêvebirina welatê xwe dide ser milê xwe. 
 
Şerên ku Zenobiya bi rê ve biriye 
 
Şerê Misirê di navbera salên (269-270M) bi rê ve bir û bi ser ket. Piştî wê serkeftinê êdî Zenobiya gelek ji axa Sûriyeyê, Lubnan û Filistîn û Asyaya Biçûk, ji hêza Romanan rizgar kir.
 
Împaratorê Romanî Urliyan li dijî Zenobiyayê şerekî dijwar dest pê kir. Piştî şerekî dijwar Zenobiya têk çû û Urliyan dest danî ser  (Tedmur-Palmîra). 
 
Zenobiya tevî kurê xwe hewl da ku bireve, lê li nêzî Çemê Firatê ji aliyê leşkerên Romayan ve hat girtin.
 
Zenobiya çawa diçe ser dilovaniya xwe?   
 
Piştî ku Zenobiya tê girtin, ji ber sedemên nediyar ve tê qetilkirin. Hin zanyar dibêjin ku ji ber birçîbûna zêde berî zayinê di sala 274'an de jiyana xwe ji dest daye.
 
Di derbarê vê mijarê de Rêvebira Radyoya Sewt El-Heyat(Dengê Jiyanê) Sozda Ehmed Bernameya xwe ya bi navê Zenobiya nêzî salekê ye, bi rê ve dibe.
 
Sozdayê di derbarê Zenobiya ku muhra xwe li dîrokê daye wiha dibêje: "Zenobiya jina wêrek xwedî bawerî ku tu carî serî netewandiye û li hember zihniyeta zayendperest têkoşiyaye. Dema ku dîrok tê xwendin navê gelek jinên serhildêr û navdar ku bi çîrokên xwe yê berxwedanê, derdikeve pêşberî xwendevanan, derdikeve pêş."
 
'Ji Zenobiya heta Arîn, Avesta û Barînan xeleka azadiyê ne, jin' 
 
Sozdayê wiha dewam kir: "Li Rojhilata Navîn taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek jinên Kurd mîna Arîn Mîrkan, Barîn Kobanê, Avesta, Berfîn û Dilîşanan ku wan jî muhra xwe li dîrokê dan û di nava rûpelên dîrokê de cih girtin hene. Mîrasekî jinan ê hevbeş di têkoşînê de heye çi Kurd, Ereb û Aşûrî dibe."
 
'Hember xeta berxwedanê xeta îxanetê jî heye'
 
Sozdayê diyar kir ku îradeya jinê ku civakê ber bi guherandineke bingehîn ve bibe heye û wiha pêde çû: "Eger jinan di dîrokê de li hember desthilatdarî bêdengiya xwe bi dawî nekiriban dê îro ewqas jinên berxwedêr nebana. Dema ku em dîroka berxwedanê vedikin deriyê şikestina îradeya jinê ji aliyê zihniyeta serdest, vedibe. Bi hêsanî jinan nekariye bi vî rengî di civakê de rol bilîze û navê xwe di rûpelên wê de binivîse."
 
'Ez dixwazim jinên berxwedêr û têkoşer bên nasîn'
 
Sozdayê bernameya ku bi navê (Zenûbiya) pêşkêş dike wiha dibêje: "Yek ji erka me ye wekî jin, balê bikşînin ser berxwedêrên jin di dîrokê de mîna Zenûbiya, Nefertîtî û Kîopatira. Di bernameya xwe de bêtir dîroka jinên herêmê bidest digirim û ji jinên Sûriyeyê re parve dikim û didim bihîstin. Ez dixwazim jinên berxwedêr û têkoşer bên nasîn."
 
'Divê jinên Ereb dîroka xwe baş bixwînin'
 
Sozdayê bang li jinên Ereb kir ku xwedî li mîrasê jinên berxwedêr derkevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê jinên Ereb dîroka xwe û dîroka netewên din baş bixwînin û li ser vî esasî asta têkoşîn û zanebûna xwe bilind bikin."