Li dijî êrîşan li herêma Firatê mitîng hat lidarxistin
- 20:09 18 Hezîran 2019
- Rojane
KOBANÊ- Bi sedan ji şêniyên herêma Firatê mitîng li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser qadên, Başûrê Kurdistanê û Rojava li dar xistin.
Bi pêşengiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Herêma Firatê bi dirûşmeya "Gelê herêma Firatê dagirkeriya dewleta Tirk li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê nelet û şermezar dikin" bi sedan ji şêniyên Kantona Girê Spî, Kantona Kobanê û bi beşdarbûna gelê Dêrazor, Reqa, Tebqa û Minbcê, li dijî êrîşên dewleta Tirk yên li ser qadên Başûrê Kurdistanê û Rojava mitîng li pira Qereqozaq li dar xistin.
Li dijî êrîşan dirûşme hatin berzkirin. Her wiha pankartên bi nivîsên 'Na ji dagirkeriya Tirkiyê re', 'Gelê Rojhilata Navîn dagirkeriya Osmaniyan qebûl nakin' û 'Bi îradeya gelan wê desthilatdarî û zihniyeta faşîst ya Erdogan têk biçe' hilgirtibûn. Mîtîng bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Her wiha di mîtîngê de Hevserokê Encûmena Rêveber yê herêma Firatê Enwer Mislim, Serokê Partiya Sûriyê ya pêşeroj Ibrahîm El-Qeftan, Hevseroka Encûmena Rêveber ya Rêveberîya Sivîl a Demokratîk û gundewarên wê Nezîfa Xilo û Meclîsa jin ya Reqayê Xaliya Kociwan axivîn.
Hevserokê Encûmena Rêveber yê herêma Firatê Enwer Mislim wiha got: "Dewleta Tirk dixwaze ku împaratoriya Osmanî bi modeleke nû derbasî herêmên me bikin. Îro peyama me ya li dijî dagirkeriyê bi hebûna hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê xurtir dibe".
Paşê Serokê Partiya Sûriyê yê pêşeroj Ibrahîm El-Qeftan wiha axivî û got: "Em weke partiya Sûriyê amedene ji çareseriya siyasî re, lê em êrîşîn leşkerî weke bê çareserî bi nav dikin.Em ê li dijî êrîşan xwe biparêzin."
Nezîfa Xilo Hevseroka Encûmena Rêveber ya Rêveberîya Sivîl a Demokratîk û gundewarên wê wiha got: "Mafê dewleta Tirk tuneye ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefên xwe bike, ew armanc dike ku planên xwe bi riya gelê Sûriyê pêk bîne. Lê em weke gel parastina hemû nirx û destkeftiyên ku me bi xwîna zarokên xwe bi dest xistine bikin, lê dîsa jî em daxwaziya mudaxeleya civaka navnetewî dikin ku ji dagirkeriya Turkiyê li ser axa Sûriyê re sînor deynin."
Her wiha bi navê Meclîsa jin ya Reqayê Xaliya Kociwan jî wiha got: "Em îro hemû pêkhate bi rengekî hevgirtî li ser erdîngariyeke azad kombûne. Ev kombûn sedema herî mezine ku dewleta Tirk gef û êrîşên xwe her tim bi ser me de bîne. Tirkiya a niha di nava bêdengiyeke navnetewî de dagirkeriya xwe mezintir dike. Efrîn, Bab, Cereblûs, Izaz, Idlib û li Başûrê Kurdistanê. Li dijî van êrîşan em ê bi hemû hêz û îradeya xwe têkoşîna xwe bikin û bi pêşengiya QSD`ê herêmên xwe tev de rizgar bikin ji dagirkeriya Turkiyê."
Mitîng bi dirûşmeyên 'Şehîd namrin', 'Kes nikare welatê me dagir bike' û 'Bimre dagirkerî' bi dawî bû.