Şengaliyên vegeriyan ser axa xwe kêfxweşiya xwe anîn ziman
- 17:39 18 Hezîran 2019
- Rojane
Ehlam Hecî
ŞENGAL-Meclîsa Gel a Xanesorê û Meclîsa Jinê ya Xanesore serdana malbaten ku ji Kampa Newroz vegeriyane ser axa xwe kirin. Hevseroka Meclîsa Bajarokê Xanesorê Hana Elyas derbarê serdanê de nirxandin kir.
Civaka êzîdî herî dawî di 3'yê Tebaxa 2014'an de bi fermaneke din re rûbirû hat hiştin. Di fermana hat kirin de herî zêde disa jin û zarokan para xwe girt. Gelek jin û zarok ketin destê çeteyen DAÎŞ'ê û hin kes di nava gel da hatin qetilkirin. Şervanên Azadiyê jî dema fermanê berê xwe dabûn çiyayê Şengalê ji bo civaka êzîdî biparêzin. Korîdora Mirovahiyê ku hat vekirin şervanan di wê korîdarê re ezidî derbasî Rojavayê Kurdistanê kirin. Piştî Rizgarkirina Şengalê civaka êzîdî careke din berê xwe da Şengal’ê. Piştî 5 salan, dî roja 15'ê Hezîrana 14'an de malbatan ji Kampa Newrozê berê xwe dabûn Şengalê ku cih û warên wan bû. Biboneyê hatina malbatan Meclîsên gel çûn serdana malbatan û xêrhatina kirin.
'Mirovên ji axa xwe dûr bê nasname ne'
Hevseroka Meclîsa Bajarokê Xanesorê Hana Elyas derbarê serdanê de nirxandin kir û wûha got: “Em weke meclîsa gel erka me ye em serdana hemû malbatan bikin. Em bi xwûna Şehîdan heta roja îro li ser axa xwe ya pîroz mane. Ev 5 sal bûn ji axa xwe dûr bûn. Lê mirovê kû ji axa xwe û welatê xwe dûr bê wê her bê nasneme bîmîne. Ez bang li hemû kesên me yên li Başûr di kampan de dimînin dikim ku vegerin ser axa xwe ya pîroz.”
'6 heyvan di destê çeteyên DAÎŞ'ê de mam'
Yek ji malên ku Meclîsa Gel serdana wan kir jîmala dayika bi navê Şîrîn Xelef bû ku temenê wê mezin e.Dayika Şîrîn bi kefxweşiyeke mezin meclîs pêşwazî kir. Şîrîn Xelef dema ketina xwe ya destê çeteyên DAÎŞ bi bîr anî û kêfxweşiya ku ji bo rizgarkirina xwe dijî ji me re wiha anî ziman: “ Ez 6 heyvan di destê DAÎŞ de mam û min ronahiya derve nedît. Em gelek bûn. Lê di nav wan kesan da 4 keçên ciwan jî hebûn. Ez pir li ser wan giriyam xemgin bûm lê min nirkaribû tiştekî bikim. Carekê zarokeke 7 salî bi tenê bû. Min got ez dayka te me. Min li cem xwe girt û xwedî kir, şervanên YBŞ ‘ê ji me re nan û av dihanin. Lê DAÎŞ ew zarok ji min girt.”
Di dawî da Şîrînê pirsa Şervanan kir û wiha got: "Ji ber ku ez nikaribûm bimeşiyama ji min re kerek anin û ji herdû aliyan de min girtin û gihandin ber Çil Mêran. Ez tû cara qenciya wan ji bîr nakim. Ez spasiyên xwe ji wan re radigihînim."
'Bila korîdor bê vekirin'
Îdo Hecî yek jî welatiyên kû vegeriya Şengalê zor û zehmetiyên xwe tîne ser ziman: Bavê min bi nixweşiya penceşêrê bû. Herwuha hevjîna min jî. Ji ber ku doktor li Rojavayê Kurdistanê hebû pir zehmetî me ne dîdît ji ber wê min nedixwest vegrim Şengal’ê. Ez bang li Hûkûmeta Iraqê dikim ku Korîdora Mirovahiyê ya navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê veke. Ji ber ez niha nikarim debara xwe bikim nikarim nexweşên malê bibim Mûsûl û başûrê Kûrdistan. Lê ez gelek kêfxweş im ji ber ku vegeriyame ser axa xwe.”