Li Colemêrgê qedexe hat dirêjkirin

  • 11:07 18 Hezîran 2019
  • Rojane
COLEMÊRG - Walîtiya Colemêrgê biryara qedexekirina çalakiyên li Colemêrgê meheke din demdirêj kir. 
 
Walîtiya Colemêrgê biryara qedexekirina çalakiyên li Colemêrgê meheke din demdirêj kir. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de wiha got:"Ji xeynî çalakiyên ku walîtî û qeymeqamtî erê bike, çalakiyên din ên wekî meş, çalakiya rûniştinê, greva birçîbûnê, vedana konan, daxuyaniya çapemeniyê, vekirina standan qedexe ye.