Li Agiriyê ji ber lehiyê dayikek û zarokên wê jiyana xwe ji dest dan

  • 10:39 18 Hezîran 2019
  • Rojane
AGIRÎ - Li Giyadînê ji ber ku baran zêde bariya lehî rabû. Di encama lehiyê de dayikek û zarokên wê yên 4 û 11 salî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha li heman herêmê kesek ji ber brûskê lê da jiyana xwe ji dest da. 
 
Li Kuçeya Golê ya Agiriyê Naime Polat (48), zarokên wê Musa (11) û Pinar (4) ji bo hevdana gihayê bi hev re çûn ser erdan. Di vê kêliyê de baran zêde bariya û zîpikek bi bandor bariya. Ji ber barana zêde lehî rabû û di encama lehiyê de dayika Naime û herdu zarokê wê jiyana xwe ji dest dan. Kesên ku bûn şahidê bûyerê agahî dan jandarmayê. 
 
Li ser agahiya welatiyan Jandarma, AFAD, ekîbên tenduristiyê û ekîba agirkujê hatin cihê bûyerê. 
 
Di encama gera ekîban Naime Polat û zarokên wê hatin dîtin. Ekîbên tenduristiyê cenazeyên zarok û dayikê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Giyadînê. Xizmên dayik û zarokan li ber deriyê nexweşiyê gelekî xemgîn bûn û giriyan. 
 
Her wiha li heman herêmê ji ber vedana brûskê zarokê bi navê Nurullah Yardimci jiyana xwe ji dest da. Ekîbên tenduristiyê cenazeyê Nurullah rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Giyadînê.