'Jîneolojî zanista jin, jiyan û hevjiyanê ye'
- 09:07 18 Hezîran 2019
- Rojane
Sorgul Şêxo / Ronîda Hacî
HESEKÊ - Endama Akademiya Jîneolojiyê ya li Kantona Hesekê Zozan Sîma zanista jinê Jîneolojî pênase kir û wiha got: "Jineolojî zanista jin û jiyanê ye."
Endama Akademiya Jîneolojiyê ya Kantona Hesekê Zozan Sîma derbarê zanista Jîneolojî û rêgezên wê de nirxandin kir. Her wiha Zozanê derbarê Jîneolojî di nava civakê de xwedî taybetmendiyek çawa ye nêrînên xwe anî ziman.
'Nêrîna jinê di zanista civakê de guhertinê dide avakirin'
Zozanê zanista jinê wiha pênase kir: "Di sala 2008'an de ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve Jînelojî hat pêşniyarkirin û êdî li gorî wê di nava mêr û jinan de nîqaş li ser hat kirin. Bi nêrîna jinê di zanista civakî de guhertinê dide avakirin. Jîneolojî zanisteke wiha ye ku li ser rastiya jinê rastiya civakê derdixe holê."
'Sedsala 21'emîn sedsala şoreşa jinê ye'
Zozanê da zanîn ku pêdiviya hemû qadên jiyanê yên mîna aborî, perwerde û siyasetê bi nêrîna Jîneolojiyê û wiha got "Jîneolojî li ser vê yekê nêrînên jinan pêş dixe, dide guhertin û di pêkanîna wê de jî êdî gavên ber bi çav tên avêtin. Em Sedsala 21'an wekî sedsala şoreşa jinê pênase dikin. Di sedsaleke wiha de wekî zanisteke jinê Jîneolojî bingeha pêşketinê ava dike."
'Jineolojî zanista jinê, jiyan û hevjiyanê ye'
Zozanê bal kişand ser zanista ku gelên serdest pênase dike û wiha pê de çû: "Li gorî berjewendiyên xwe zanisteke ku mafê jinê û civakî îmha dike şûna wê mafê dewlet û hêzên serdest diparêze, hatiye avakirin. Gelek zanyar û rêxsitinên jin li ser azadiya jinê fikir pêş xistine, lê ew tenê jin wekî zayendî girtine dest. Wekî azadiya jinê û civakê negirtine dest. Jîneolojî zanista jinê, jiyan û hevjiyanê ye. Armanca me ew e ku di navbera jin û mêr de wekî zanisteke hevjiyanê û têkiliyek felsefî ava bikin."
'Dema jin ji qadên jiyanê were dûrxistin wê encam kirîz be'
Zozanê destnîşan kir ku kirîza heyî dûrxistina jinê ya ji qadên jiyanê ye û wiha dirêjî da gotina xwe: "Dema ku di aliyê fikir de valahî û kirîz hebe wê demê pêwîstî bi Jîneolojî jî heye. Êdî di gerdûnê de wiha bûye ku li ser bedena jinê polîtîkayên demokrafiyê tê meşandin û hember wê jin bêdeng dimîne û helwestekê nîşan nade. Ji ber tirsê di dilê wê de didin avakirin. Dema ku pirsgirêka demokrafiya bi nêrîna jinan were destgirtin, çareseriyek hîn rastir derdikeve pêş. Dema ku jin ji qada aborî hate dûrxistin wê demê kirîz pêş ket."
'Têkoşîna 41 salî tecrubeyên jinan hat komkirin û bi navê Jîneolojî ji cîhanê re tê pêşkêşkirin'
Zozanê temenê Jîneolojîiyê bi bîr xist û wiha dom kir: "Bingeha yekemîn ew e ku piştî ku desthilatdarî dest pê kir, fikrê jinan winda nebû û li berxwe dan. Ya duyemîn di 300 salên dawiyê de têkoşîna jinan ku birêxistinkirî dimeşe û pirsgirêka jin derbasî rojeva cîhanê kir ya sêyemîn jî têkoşîna jinên Kurd ji bo azadiya Kurdistanê bû û di nava têkoşîna 41 salî de gelek tecrubeyên jinan hatin bidestxistin û îro bi navê Jîneolojî mîna jina siyasetmedar, rêxistina jin û armanca jin ji jiyanê re, ji cîhanê re dikare were pêşkêşkirin. Bingeha Jînolojî kevn e, lê sazîbûn nû ye."
'Jineolojiyê bandor li gelek welatan kiriye'
Zozanê teqez kir ku li gelek welatan baldariyek li ser Jînolojî heye û wiha got: "Jîneolojî bandor li gelek welatan kiriye û niha jî li ser tê nîqaşkirin. Di Rojhilata Navîn de taybet Rojavayê Kurdistanê gelek pêşketin hat jiyîn. Em hewl didin wê jî bi nêrîna jinê binirxînin û gavên mezintir bidin avêtin."
'Em rastiya civakî û dîrokî yê jinên Ereb lêkolîn dikin'
Zozanê rêxistina jinên Ereb û hewcedariya wan a bi Jîneolojiyê re wiha rave dike: "Di nava rêxistina jinên Ereb de em dixwazin xwe bigihînin wan jî. Niha li Minbicê Navenda Jineolojî heye û dest bi lêkolînan derbarê dîroka jinên Ereb de dikin. Em dixwazin rastiya civakî û dîrokî yê jinên Ereb lêkolîn bikin û me dest pê kiriye jî êdî li gorî wan rastiya guhertinan çêbikin taybet di aliyê êl û ol de gelek bandor li jinan kiriye. Em wan ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve bibin. Jinên Ereb êdî ketine nava lêgerînên azadiyê, dema ku lêgerîn çêbibe dê azadî jî nêz bibe."
'Dê jin û mêr li ser Jineolojiyê bi hev re werin perwerdekirin'
Zozanê bal kişand ser perwerdeya jin û mêran a bi hev re û wiha berdewam kir: "Em hewl didin ku jin û mêr bi hev re li ser mijara Jîneolojiyê perwerde bikin da ku ew sînorên tirsê û fedîbûnê rakin û jin bikaribe bi rihetî îrade û zanebûna xwe nîşan bide."
'Bingeha zayendperestiyê ji zarokatî tê destpêkirin, em ê zarokan jî perwerde bikin'
Zozanê derbarê perwerdekirina zarokan jî ev yek anî ziman: "Bingeha zayendperestî ji zaroktî tê pêşxistin, dema ku ew zarok di zaroktiya xwe de neyên perwerdekirin dê di pêşerojê de gelek rêbazên şaş jî derkevin pêş. Di dibistanan de ji refê 10 û jor de êdî Jineolojî wekî wane tê dayîn. Li hin dibistanan ku tenê law hene dîsa jî li ser Jineolojî perwerde dibin. Li Navenda Dêrikê bi rêka çîrokan zihniyeta desthilat û zayenperest dê çawa were şikandin xebat dane meşandin. Ji zaroktî, ciwantî û her merheleyên jiyanê de dê werin perwerdekirin û fikra azadiya jinê bi civakê bidin famkirin."
'Jin divê li hember zihniyeta zayendperest helwesta xwe nîşan bidin'
Zozanê bang li jinan kir ku hewl bidin têkevin nava lêgerînan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê jin ji adet û tiştên ku li ser wê hatiye meşandin û azadiya wê zincîr kirine, rizgar bibe. Jin divê li hember zihniyeta zayendperest helwesta xwe nîşan bidin. Divê jin ji bo pêşketina xwe xebatên xwe xurt bikin û em wekî Jineolojî hemû zanist û zanebûna wê ji jinên din re bikin bingeh û pêşkêş bikin."