ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2019'AN

  • 09:00 18 Hezîran 2019
  • Rojev
*Derbarê rewşa perwerdeya li dibistanên Şêx Meqsûdê yên Helebê de Endama  KPCD'ê Zahîda Reşîd got: "Perwerde di bingehê de çand, ziman, ehlaq e. Îro ziman û çanda gelan zindî dibe." DÎMEN HEYE
 
Gelê Tatetwanê ji ber nepaqijkirina golê bi bertek e. Serebên navçeyê ku tev diherikin golê ava golê qirêj dikin, zindiyên di nav de jahrî dikin û pêşiyê li behna nexweş  vedikin. Jinên Tetwanê bertek nîşanî vê helwesta şaredariyê dan û  nêrazîbûnên xwe anîn ziman. BI DÎMEN
 
*Li Şaredariya Qoserê ku bi deynên hatiye hiştin ji rojevê nakeve, hat hînbûn ku di dema qeyûm de di rojekê de bi 108 hezar TL yî 14 kursiyên meciyê hatiye girtin.
 
*Endama Akademiya Jîneolojiyê ya li Kantona Hesekê Zozan Sîma zanista jinê Jîneolojî pênase kir û wiha got: "Jineolojî zanista jin û jiyanê ye." DÎMEN HEYE
 
*Jinên li Ameda ku xwedî dewlemendiya çand û dîroke kevnar e, dijîn daxwazên xwe wiha rêz kirin: "Divê hewcedariyên jinan esas bên girtin, ji bo jin û zarokan bajarekî bi ewle bê avakirin, beyî destura gel destên xwe nedin tiştên gel û divê meclîsên gel bên avakirin."
 
*Derbarê şewata zeviyan de  ji Rêveberiya Aboriya Jinê Hûriye Şemdîn wiha got:"Heta îro jî şewata ku di erdan de derketiye, plana dijmin e û destê dijmin tê de heye. Lê em ê li dijî van planên qirêj her dem di nava têkoşînê de bin da ku dijmin negihêje armanca xwe."
DÎMEN HEYE
 
*Dayika bi navê Nurtek Gul a 26 rojan ji bo girtiyên di grevên birçîbûnê de û ji bo daxwazên wan bên qebûlkirin berxwe da wiha got: “Polîsan em derb kirin, şîdet li me kirin, lê ez tu carî rûneniştim. Ma kîjan dayik dema zarokên wan tî û birçî bin dikarin bi rehetî razên? Ji bo zarokên me nemirin, me berxwe da, em bi ser ketin. Dîsa rewşek wisa hebe ez ê  dîsa ji bo  zarokên xwe li berxwe bidim.”
 
*Parêzer Sevînç Hocaogullari diyar kir ku belgeya stratejiya pakêta reforma darazê, li gorî pêkanîn û rastiyên Tirkiyeyê ye û ji ber vê jî bi guman lê dinêrin û wiha got: “Em dizanin ku dema behsa xwegîhandina edeletê ya jinan tê kirin, maf tên xespkirin. Ev belge, belgeyeke ku divê mirov bi guman lê binêrin e.”BI DÎMEN