Şandeyek ji jinên Efrînê û Eyne Îsê serdana Kobanê kirin
- 15:15 17 Hezîran 2019
- Rojane
KOBANÊ - Şandeyek ji jinên Efrînê û Eyne Îsayê ji bo rewşa jinan bi hev re parve bikin serdana kantona Kobanê kirin.
Şandeya ku ji 6 kesan pêk dihat li Kantona Kobanê serdana Destay Jin, cihê rêveberiya herêma Firatê, Mûzexane û Goristana Ş. Dijle kirin. Li ser navê şandeyê Seroka Desteya Jinê ya Efrînê Zelûx Reşîd, rêvebera Desteyên jinên Rojavayê Sûriyeyê Miha Elî, Cîgera û Endama meclîsa rêveberiya jinên Sûriyê Cîhan Mihemed axivîn. Li ser pirsgirêk û rewşa jinan û lehengên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane axaftin hat kirin. Di guftigoyan de êrîşên li ser herêmên Başurê Kurdistan û Efrînê jî bûn mijarên sereke.
Gera şandeyê li Goristana Ş. Dîjle ya Kantona Kobanê bi dawî bû.