Li Qamişloyê teqîn pêk hat
- 14:22 17 Hezîran 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Îro di saet 13:05'an de li Çerxareya Sonî ya Qamişloyê teqîn pêk hat.
Îro di saet 13:05'an de li Çerxareya Sonî ya bajarê Qamişloyê wesayita bombe lê hatibû barkirin nêzî Asayişa giştî ya Qamişloyê hat teqandin. Wesayeta bombe lê hatibû barkirin xwest ku derbasî asayişê bibe. Li gorî agahiyan heta niha kesekî jiyana xwe ji dest nedaye û 5 birîndarên sivîl hene û rakirine nexweşxaneyê.
Hêzên Ewlehiya hundirîn û Ambulans yekser berê xwe dane cihê teqînê. Lêpirsîna derbarê teqînê de didome.