Rêxistina Kongreya Star êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir

  • 13:28 17 Hezîran 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Rêxistina Kongreya Star a Kantona Efrînê bi daxuyaniya çapemeniyê êrîşên li ser xaka Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê şermezar kir.
 
Bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star a Kantona Efrînê li kampa Veger a navçeya Şêrewa bi beşdarbûna hemû endamên sazî û dezgehên Rêxistina Kongreya Star û Endamên Meclîsa Malbetên Şehîdan bi dirûşmeya "Ji bo azadiya Serok Apo, ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk serî hildin" bi daxuyaniya çapemeniyê êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Sûriyeyê û Başurê Kurdistanê  şermezar kirin. Di daxuyaniyê de wêneyên pakrewanên azadiyê hat hilgirtin. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêxistina Kongreya Star a Navçeya Şêrewa Rûken Bezîko ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Dirûşmeya jinên Efrînê û jinên cîhanê tevahî yekin 'Na ji dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê re.' Dewleta Tirk û çeteyên wê roj bi roj hemû şêwazên xwe yên qirêj dixwazin êrîşê kurdan bikin, bi taybet jî dixwazin îradeya jinê bişkînin û qutbûnekê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de çêbikin. Ji roja ku Efrîn dagir kirine û heta roja me ya îro sîstema xwe ya qirêj di hundirê Efrînê de dimeşînin û êrîşî Kantona Şehba û Şêrewa dikin. Zeviyên gel dişewtînin û ziyanê didin xweza û zindiyan, lê mixabin dewletên navneteweyî û yên ku dibêjin em mafê mirovahiyê diparêzin li hember vê bêwijdaniyê  bêdeng mane. Ev jî dihêle ku dewleta faşist êrîşên xwe zêde bike.
 
Em jinên Efrînê tu carî li hember van êrîşan bêdeng namînin û di hundirê Kantona Şehba û wargeha Vegerê de em ber xwe didin û heya dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê ber xwe bidin û qet serî natewînin. Bi fikir û fesefeya Rêber Abdullah Ocalan em ê jinan bi giştî azad bikin û Efrînê rizgar bikin, dagirkeriyê jî têk bibin.
 
Weke Kongreya Star a Navçeya Şêrewa banga me ji jinên Başûrê Kurdistanê û tevahî jinên cîhanê re ew e ku li hember êrîşên dewleta faşist derkevin û nehêlin ku bigihîne armanca xwe ya parçekirina Kurdistanê û kolekirina jinê."
 
Daxuyanî bi dirûşmeya "Bê Serok jiyan nabe", "Na ji dagirkeriya Tirk re" û "Bijî berxwedena Şehbayê" bi dawî bû.