Li Muglayê keştiya penaberan noqî avê bû

  • 12:46 17 Hezîran 2019
  • Rojane
ÎZMÎR - Li navçeya Bodrûmê ya Mûglayê keştiya penaberan noqî avê bû. Di lêgerîna hat kirin de 1 jê jin cenazeyê 8 penaberan hat dîtin. Ji bo derxistina cenazeyê 3 kesên din, xebat berdewam dike.
 
Li peravên avê yên Taxa Turgutreîs a navçeya Bodrûm a Muglayê, îro derdora saet 07.00’an, keştiya ku penaber lê siwar bûn û ber bi giravên Yewnanê ve diçû, noqî avê bû. 1 jê jin 8 penaberên di kêştiyê de bûn, jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li ser agahiyê ekîbên ewlekarî û helîkopterên Ewlekariyê Beravê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. 31 karkerên di avê de bêhal bûbûn hatin rizgar kirin. Li gorî îfadeyên penaberên xelas bûn; nêzî 40 panaberan di kêştiyê de bûn. Li ser vê heyê hat tespîtkirin ku 9 panaber winda bûne. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.