'Zarokên xwe di temenê biçûk de nezewicînin'
- 12:03 17 Hezîran 2019
- Rojane
HESEKÊ - Kongreya Star bi armanca ravekirina mijara zewaca temenê biçûk de û pirjinîyê her wiha li ser sedem û neyîniyên wê, semînerek ji jinên Çiyayê Kizwanan a navçeya Til Temirê lidar xist.
Pêngava ku bi pêşengtiya Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinê bi alîkariya gelek rêxistin û dezgehên jinê, di 16'ê Adarê de hat destpêkirin û di 25'ê Mijdarê bi dawî dibe, dewam dike. Kongreya Star û Komîteya Perwerdeyê semînerek da jinên gundê Til El-Mexir yê girêdayî Çiyayê Kizwanan. Semîner bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.
'Zarokên xwe di temenê biçûk de nezewicînin'
Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star Nûra Yasîn axivî û wiha got: "Li tevahî cîhanê zagonê jinê heye lê pirsgirêk di pêkanîna wê de heye. Divê keç di temenekî zaroktî de neyên zewicandin ji ber zirarê li derûniya wê dike her wiha pirsgirêkên derûnî çê dike. Divê dayik û bav erka xwe baş pêk bînin û nebin kesên ku jiyana zarokên xwe ber bi tarîtiyê û pêşerojeke nediyar ve bibe."
'Divê malbat rê li ber pêşketina zarokên xwe vekin'
Nûrayê wiha dewam kir:"Bingeha zewacê lihevkirin e. Dema ku bav û dayik zarokên xwe biçûk didin zewcandin pirsgirkên pir mezin rû didin. Êdî wisa jihevketina civakê çêdibe. Dema ku malbat rê li ber xwendina zarokên xwe vekin êdî zanebûna wan çêdibe û bi vê yekê re êdî şaştî kêm dibin. Taybet zarokên keç êdî xeyalên xwe mezintir dikin û pêşerojeke ku bibin mamoste, bijîşk û hûnermend, diafirînin. Lê gelek malbat zarokên xwe bi kesên temenê mezin dizewicînin. Zewaca di temenê biçûk de zirarên mezin didin mirovan. Divê malbat rê li ber pêşketina zarokên xwe vekin."
Nûrayê bang li jinan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê êdî malbat zarokên xwe di temenê biçûk de nezewicînin û li hember wê jî bi berpirsiyarî tev bigerên. Her wiha divê malbat rê li ber pêşeketina zarokên xwe vebikin û dawî li zewaca temenê biçûk bînin."