Polîsê zexta fuhûşê li jinan kir ji kar hat derxistin
- 12:02 17 Hezîran 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Di dema qeyûm de polîsê bi navê Ercan Uysaler li Şaredariyê Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû peywirdarkirin. Piştî Ercan Uysaler hatibû peywirdarkirin, bi beramberiya "kadrobûyînê" fuhûş li jina xebatkar D.S. ferz kiribû. Ercan Ûysaler ê polîs ku qeyûm kiribû midûr ji kar hat avêtin.
Walî Mûstafa Yaman ê di Mijdara sala 1016’an de ji aliyê Wezareta Karên Hûndir ve weke qeyûm tayînê Şaredariya Bajarê Mezin hat kirin, polîsê bi navê Ercan Uysaler li Şîrketa Anonîm a Kentê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi cih kir û bibû midûr. Paşê derketibû holê ku Ercan Uysaler bi beramberiya "kadrobûyînê" fihûş li jina xebatkar D.S. ferz kiribû. Li ser vê D.S., Ercan Uysaler gilî kiribû, lê ji ber hin sedeman dev ji gilîkirinê berdabû.Ercan Uysaler ji ber vê bûyerê ji kar hat avêtin. Ercan Uysaler ê bi daxwaza “Teqez îxraçkirinê” sewqî lijneya dîsîplînê hat kirin ji kar hat avêtin.
Di heman demê de derket holê ku Ercan Uysaler hemşeriyê Walî Mustafa Yaman ê ji navçeya Osmancik ê Çorumê ye. Piştî demekê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê lêpirsîna derbarê Ercan Uysaler de dest pêkiribû û îdianame amade kir. Serdozgeriyê bi tawanbariya "êrîşeke zayendî ya hêsan" îdianame amade kir û Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya 1'ê ya Mêrdînê jî îdianame qebûl kir. Yekemîn danişîna Ercan Uysaler dê di 3’yê Cotmehê de bê kirin.
D.S., a li Ercan Uysaler gilî kiribû, piştî demekê ji ber hin sedeman dest ji giliyê xwe berdabû. Derketibû holê ku Walî Mustafa Yaman ketiye navberê û D.S. ji ber vê yekê dev ji giliyê xwe berdabû.