Jin dixwazin li bajarên çawa bijîn ? -1

  • 09:13 17 Hezîran 2019
  • Dosya
Nûneriya herêmî li holê ye: Gelo jin dixwazin li bajarên çawa bijîn?
 
ENQERE - Li gorî encamên hilbijartinên 31’ê Adarê bi giştî ji 652 namzetên jin tenê 43 heb hatine hilbijartin. Li navend, navçe û bajarokan di şaredariyan de nûneriya jinan bi awayekî cidî pêş neket û li gorî daneyên Federasyona Keyayên Tirkiyeyê jî hejmara jinên keya li gorî hilbijartinên berê ji sedî 45,37 zêde bûye. Li gorî vê tabloyê, gelo jin bajarên çawa dixwazin?
 
Siyaseta serdest a mêr ku wekheviya zayenda civakî û cihgirtina jinan a di mekanîzmayên biryarê de naxwazin jin cih bigirin, di hilbijartinên herêmî de jî namzetên jin nîşan nedan û ji avabûna siyaseta serdest a mêr e jî zemînê ava dike.  HDP ku ji bo jin di rêveberiyên herêmî de xurt bibin û bi awayekî çalak tevlî rêveberiyên herêmî bibin, polîtîka xistin jiyanê, di bernameya partiyê de nûneriya wekhev xistin meriyetê û hewl dide li gelek deveran jin di rêveberiyên herêmî de bi awayekî çalak cih bigirin.
 
Li Tirkiyeyê bi Partiya Civaka Demokratîk (DTP) re pergala hevserokatiyê hat destpêkirin û piştre jî Partiya Demokrasî û Aştiyê (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ev pêkanîn berdewam kir. HDP’ê li her derê di esasa nûneriya wekhev de namzetên xwe bi pergala hevserokatiyê diyar kir. Lê AKP, MHP, CHP’ê tevî ku namzetên jin nîşan nedan, di bernameyên partiyê de  jî baş cih nadin jinan.
 
Li gorî daneyên Komeleya Piştgiriya Namzetên Jin (KA.DER) di encama hilbijartinên herêmî yên 2004’an de rêjeya şaredarên jin ji sedî 0.6, di 2014’an de jî ji sedî 2.9 bû. Di hilbijartinên 31’ê Adarê de AKP, CHP, MHP, HDP, Îyî Partî, SP, DSP û DP’ê bi giştî 3 hezar û 717 namzet nîşandan û ji van tenê 249 heb jin bûn.
 
Di hilbijartinên 31’ê Adarê de hejmara namzetên jin 652 bû
 
Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de bi giştî 8 hezar û 257 kes bûn mazet.  Hejmara jinan jî bi 652 sînor ma. Hejmara jinan beramberê ji sedî 7.8 hat.  Ji hezar û 282 namzetên AKP’ê tenê 26 heb jin bûn. Rêjeya jinan a namzetên partiya desthilatdariyê ji sedî 2.02 bû. Ji 88 namzetên CHP’ê tenê 50 heb jin bûn. Rêjeya namzetên jin ên CHP’ê jî ji sedî 5.66 bû.
 
Ji 81 bajarî li 4 bajaran şaredara jin hat hilbijartin
 
Ji 81 bajarî li 4 bajarî şaredarên jin hatin hilbijartin. Li dîrokê namzeta AKP’ê Fatma Şahîn, li Aydinê namzeta CHP’ê Ozlem Çerçîoglu, Li Wanê, namzeta HDP’ê Bedîa Ozgokçe Ertan, li Sêrtê namzeta HDP’ê Berîvan Helen Işik hatin hilbijartin. Di hilbijartinên navçe û bajarokan de jî 6 namzetên jin ên AKP’ê, 10 namzetên CHP’ê, 1 ya MHP’ê, 2 yên serbixwe, 24 heb jî yên HDP’ê hatin hilbijartin. Di 31’ê Adarê de bi giştî ji 652 namzetên jin tenê 43 jin hatin hilbijartin. Li gorî vê rêjeyê  HDP bû partiya ku herî zêde jin hatine hilbijartin û AKP jî bû partiya duyem. Du namzetên HDP’ê ku tevî qezenc kirin jî bi hinceta  bi KHK’yan ji peywira wan a cemawerî hatine îxrackirin, serokatiya wan hat xistin.
 
Di hilbijartinan de rêjeya jinan bi awayekî diyarkirî zêde bibe jî hîna wekhevî pêk nehatiye.  Di hilbijartinên keyatiyê de jî nûjeriya jinan li gorî demên borî zêde bû.
 
Hejmara keyayên jin ji sedî 45.37 zêde bû
 
Li gorî daneyên Federasyona Keyayên Tirkiyeyê, li Tirkiyeyê  30 hezar û 5 tax û 18 hezar û 152 gund, bi giştî 50 hezar û 157 keya hene.  Li gorî mêran hejmara keyayên jin kêm e û li Tirkiyeyê ji sedî 2,14 keyayên jin hene.  Her wiha li gorî hilbijartinên berê jî rêjeya keyayên jin ji sedî 45,37 zêde bûye.
 
Li Bedlîs, Muş, Sînop û Rihayê keyayên jin tune ye
 
Dîsa li gorî heman daneyan di dema 2014-2019’an de li 73 bajaran keyayên jin hene û di dema 2019-2023’an de ev rêjeya derket ji sedî 77’an.  Herî zêde li Stenbolê keyayên jin hene û hejmara vê 140 e. Li Enqereyê 124 û piştre jî Îzmîr e. Li Bayburtê yek, li Colemêrgê yek, li Sêrtê yek keya jin heye. Li Bedlîs, Muş, Sînop û Rihayê jî keyayên jin tune ne.
 
Jin bajarên bi ewle dixwazin
 
Di rêveberiyên herêmî partiyên siyasî de daneyên nûneriya jinan wisa ye. Me ji jinan pirsa ‘hûn dixwazin li bajarên çawa bijîn? kir û bersivên ku hatin dayîn jî gelek balkêş bûn. Jin di nokteya ku bajarên biewle dixwazin de hemfikir in û  dixwazin bajarên ekolojîk û wekhev bên avakirin.  Daxwazeke din a jinan jî ev e ku li bajaran derfetên îstîhdamê bên afirandin.
 
Sibê: Jinên Amedê: Heta ku destûr ji gel neyê girtin divê tiştên aîdî gel neyê sitendin