Psîkolog Sevgî Turkmen, xebatên xwe yên polîsan desteser kiriye dixwaze

  • 09:06 17 Hezîran 2019
  • Rojane
ÎZMÎR - Polîsan bi ser mala Oktay Înce yê belgefîlman çêdike de girt û li gel arşîva wî ya 20 salan materyalên ku xebatên hevjîna wî Sevgî Turkmen ya psîkolog bû jî desteser kirin. Sevgiyê got: “Tevî di dosya sûc de navê min tune jî materyalên min hatin desteserkirin û ev dijhiqûqiye. Ez ê li mafê xwe bigerim.”
 
Nûçegîhanê Seyrî Sokak, Oktay Înce bi hinceta nûçeyên li ser çapemeniya civakî parve kiribû di 16’ê cotmeha 2018’an de bi ser mala wî de hatibû girtin û li gel arşîva wî ya 20 salan materyalên ku xebatên hevjîna wî Sevgî Turkmen ya psîkolog e, dîmenên zarokê wan yê 4 salî jî têde desteser kirin. Oktay bi sûcê ‘bihevkariya weşanên Seyrî Sokak propangada rêxistinê kiriye’ hat binçavkirin û piştî îfadeyê hat berdan lê arşîv nehat dayîn. Oktay bi hinceta darbeya 1980’ê protesto kiriye 6 salan girtî maye û di nav 20 salan de ji ber protesto û weşanên wî 40 carî hat binçavkirin. 20 hard dîsk, 41 DVD û 10 filaş belekên Oktay di destê polîs de ne. 
 
Di heman demê de hevjîna wî Sevgî Turkmen jî got belgeyên aydê wê, analîz, lêkolîn û wêneyên zarokê wê jî li buroya Sûcên Sîber a Îzmîrê ye. Sevgiyê wiha got: “Di navbra rewşa tê îdîakirin ya dosya sûc û pêkanîna em pê re hatine rû hev cudahiyek cidî heye. Tevî min got dîsk yên min in girtin. Dikare kopya dîskan bê girtin lê ya esas divê bê danîn. Ev pêkanîn ji serî heta dawî dijhiqûqiye.”
 
‘Nêrîneke ku hemû alav yên mêr in, heye’
 
Sevgiyê destnîşan kir ku Oktay têkoşîna xwe dide lê ew û zarokê xwe li aliyê nayê dîtin yê mijarê ne û wiha axivî: “Ev bi daxuyaniya mehek berê hat dayîn hat dîtin. Em di heman malê de dijîn û wekê ku mêr li ser hemû tiştî xwedî gotine tê dîtin. Ev min nerehet dike. Nabêjin jin û zarok jî li vê malê dijîn. Ez ê bi ser vê de biçim û hemû dîmenên me yên malê wêneyên me li cihekî din in. Ev jî min pir nerehet dike. Ev tê rewakirin. Ez dijhiqûqiye. Dîskên hatine desteserkirin, dema tên barkirin dibe dîmenên wê xera bibin û telefiya vê ne pêkane. Divê di mijara mafê mirovan de hestiyarî bê afirandin. Lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat destpêkirin, Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê biryara neşopandinê da ser dosyayê. Buroya Sûcên Sîber yên Îzmîrê ji bo bê kopîkirin, li ber bê zêdekirin 30 hezar TL butçe derxistiye. Gotin ji Enqereyê butçe bê dayîn wê li ber zêde bikin. Dozgeriya Enqereyê got di vê pêvajoyê de nikarin derxin. Dîmen wê van rojan biçe Enqereyê.”
 
‘Xebatên min di dosyayê de ne, ev min nerehet dike’
 
Sevgiyê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku divê xebatên wê bên radestkirin û wiha bi dawî axaftina xwe anî: “Ez li bende kar û barê burokratîk im. Di rewşa hiqûqa navxweyî têr neke de ezê serî li dadgehê navneteweyî bidim. Xebatên aydê min di dosyayê de ne û ev min nerehet dike.”