'Divê hemû sazî û dezgeyên li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkerî û talanê derkevin'

  • 09:04 17 Hezîran 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Hevseroka Meclîsa Gel a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) Fîlîz Budak di derbarê operasyona leşkerî ya dewleta tirk a li Başûrê Kurdistanê de nirxandin kir. Fîlîzê got:"Li dijî êrîşên dewleta tirk divê em hemû Kurd bibin yek. Divê PDK û rayedarên siyasî destûrê nede ku dewleta tirk xaka Başûr dagir bike. Divê hemû sazî û dezgeyên li Başûrê Kurdistanê bibin yek û li dijî dagirkerî û talanê derkevin."
 
Ji 28'ê Gulanê heta niha dewleta tirk operasyona derveyî sînor pêk anî. Ev operasyona ku li Başûrê Kurdistanê dest pê kir, didome. Têkildarî mijarê de Hevseroka Meclîsa Gel a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) Fîlîz Budak nirxandin kir. Fîlîzê diyar kir ku êrîşên dagirkeriyê ew ê wekî rûpelekî reş di dîrokê de cihê xwe bigire û wiha got:"Tu şêwazî rewadîtîna dagirkeriyê tune ye. Ger cîhan li dijî vê dagirkeriyê nesekine dê ji bo mirovatiyê wekî lekeyek reş bimîne."
 
'Li Başûr li dijî dagirkeriya dewleta tirk dengekî hevpar bilind nabe' 
 
Fîlîzê got:"Di sala 2014'an de li dijî çeteyên DAÎŞ'ê yekgirtinek hêza Kurd li Başûrê Kurdistanê hat avakirin. Gerîla û pêşmergeyên YNK û PDK’ê li Kerkuk, Mûsil, Mexmûr û Hewlêrê, Şengalê li dijî DAÎŞ'ê şer kirin. Ev yek bû sedem ku hêviya artêşek neteweyî bê avakirin. Lê pêvajoya niha gelek xirab e. Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin dewleta tirk li Başûr li cihên ku bi cih bûye, diyar kirine ku divê alên Kurdistanê bên rakirin û piştre hatiye daxistin. Tu mafê hêzeke desthilatdar tune ye ku berhena bi keda civakê û xwîna şehîdan hatiye avdan daxin xwarê.  Li Başûr li dijî dagirkeriya dewleta tirk dengekî hevpar bilind nabe. Divê helwesta rayedarên siyasî yên li Başûr bên guhertin û li dijî dagirkeriyê rabin. Kurd gelê qedîm e. Her dem ji bo axa xwe bedelên mezin daye. 
 
'Deskeftiyên bi bedelên mezin hatine hatine bidestxistin divê em xwedî lê derkevin'
 
Fîlîzê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî:"Çi dibe bila bibe parastina xakê ya gel girîng e. Divê gel vê yekê qebûl neke. Bi rihê Şêladizê divê planên dagirkeriyê têk biçe. Li dijî êrîşên dewleta tirk divê em hemû Kurd bibin yek. Divê PDK û rayedarên siyasî destûrê nede ku dewleta tirk xaka Başûr dagir bike. Divê hemû sazî û dezgeyên li Başûrê Kurdistanê bibin yek û li dijî dagirkerî û talanê derkevin. Tu şêwazî rewadîtîna dagirkeriyê tune ye. Ger cîhan li dijî vê dagirkeriyê nesekine dê ji bo mirovatiyê wekî lekeyek reş bimîne."