Hacer Xelîl a bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî: Nêrînên min guhertin

  • 09:03 17 Hezîran 2019
  • Rojane
Sara Şêx Hesen 
 
HELEB - Hacer Xelîl a ku ji ber hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re xwe wekî jineke bi şans bi nav dike û di nava rewşên zehmet de keda wê ya bi salan heye di derbarê hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dibêje: "Dîtina Rêber Apo xeyalê min bû û pêk hat, ez jineke  bextewar im  ku min Rêberê xwe dît. Ez gelekî di bin bandora fikrên wî de mam. Fikrên wî rêya min ronî kir. "
 
Jina bi navê Hacer Xelîl a 70 salî û ji Taxa Şêx Meqsûd  a Herêma Helebê ye derbarê dîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re axivî. Hacerê got:"Serok Apo Rêberekî ewqas bi heybet û cesaret e ku hêjaye mirov jê hez bike û bibe aşiqê fikrê wî yê  azad."  
 
'Dîtina Rêber Apo xeyalê min bû û pêk hat' 
 
Hacerê di derbarê dîtina Abdullah Ocalan de wiha hest û kêfxweşiya xwe anî ziman: "Wekî dayikên kurd di destpêkê de xebatên me hebû. Em xebatên xwe û têkoşîna xwe didomînin. Di sala 1995'an de  Rêber Apo civîn ji dayikên Helebê re çêkir. Beşdarbûna me jî çêbû.  Dema Rêber Apo derbasî civînê bû heyecanekê dilê min girt. Rêberekî ewqas bi heybet û cesaret  me di bin bandora fikrên xwe de hişt.  Jiyana ku em îro dijîn bi saya fikir û zanebûna vî Rêberî ye. Dema min Rêbertî dît ez bûm şahidê fikrên wî nêrînên min guhertin. Caran mirov nikare hestên xwe hêsan şîrove bike ji bo wê jî ez tim dibêjim em dayikên bi şans bûn. Bi dîtana Rêberê xwe. Dîtina Rêber Apo xeyalê min bû û pêk hat ez jineke bextewar im." 
 
'Esas ew e ku em jin felsefeya azad zindî bihêlin'  
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Hacerê bal kişand ser gotinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  û nîqaşên ku di nava civîna wan de derketin pêş û wiha domand: "Rêbertî dema li çavê mirovan dinerî ew dizanîbû ku mirov çi difikire.  Rêber Apo di nava civînê de balkişand ser cewherê jinê û têkoşîna wê li himber hemû cûreyên tundiyê û gerek çawa jin bibe xwedî  îradeyeke xurt û serbixwe. Ji gotinên Rêbertî moralê min baş û hêza min  xurt dibû ku ez hîn bêtir xebat bikim û li ked û gotinên Rêber Apo xwedî derbikevim."
  
'Şoreşa ku serkêşê wê Serok Apo be wê serkeftin û azadî mîsoger be'  
 
Hacerê wiha dawî li axaftina xwe anî: " Rêber Apo bi fikrê xwe rojane bi me re dijî. Em her jê hez dikin. Eşqa azadiyê bi hêrstir dibe jinê hebûn û mafê xwe di nava felsefeya azad  de mayinde kir. Ji bo wê jî em tim dibêjin ku şoreşa serkêşê wê Serok Apo be wê serkeftin û azadî mîsoger be. Ya herî girîng niha em têkoşîna xwe ji bo azadiya Rêber Apo hîn xurtir bikin wê çaxê em dikarin bêjin em ê layiqî gotin û felsefeya Rêberê xwe derbikevin."