ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2019'AN

  • 09:00 17 Hezîran 2019
  • Rojev
*Gelê Kurd xwedî çand, dîrok û kevneşopiyeke kevnar in. Zarokên Kurd jî li dû vê çanda kevnar dimeşin. Zaroka Kurd Gulnaz Mehemed a ku li tenbûrê ku di çanda Kurdan de xwedî cihekî taybet e, dixe dibêje:"Muzîk xîtabî rihê mirovan dike. Dema bi tenbûrê stranên gelêrî dibêjim bextewar dibim. Wiha li çanda xwe xwedî derdikevim." DÎMEN HEYE
 
*Hacer Xelîl a ku ji ber hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re xwe wekî jineke bi şans bi nav dike û di nava rewşên zehmet de keda wê ya bi salan heye di derbarê hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dibêje: "Dîtina Rêber Apo xeyalê min bû û pêk hat, ez jineke  bextewar im  ku min Rêberê xwe dît. Ez gelekî di bin bandora fikrên wî de mam. Fikrên wî rêya min ronî kir. " DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Meclîsa Gel a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) Fîlîz Budak di derbarê operasyona leşkerî ya dewleta tirk a li Başûrê Kurdistanê de nirxandin kir. Fîlîzê got:"Li dijî êrîşên dewleta tirk divê em hemû Kurd bibin yek. Divê PDK û rayedarên siyasî destûrê nede ku dewleta tirk xaka Başûr dagir bike. Divê hemû sazî û dezgeyên li Başûrê Kurdistanê bibin yek û li dijî dagirkerî û talanê derkevin." DÎMEN HEYE
 
* Li gorî encamên hilbijartinên 31’ê Adarê bi giştî ji 652 namzetên jin tenê 43 heb hatine hilbijartin. Li navend, navçe û bajarokan di şaredariyan de nûneriya jinan bi awayekî cidî pêş neket û li gorî daneyên Federasyona Keyayên Tirkiyeyê jî hejmara jinên keya li gorî hilbijartinên berê ji sedî 45,37 zêde bûye. Li gorî vê tabloyê, gelo jin bajarên çawa dixwazin?
 
*Zêdebûna bihayê zibil, berê cotkaran dide hilberînên ku lêçûna wan kêm e, îsal hilberîna genim 2 mîlyon ton şûnde ket.
 
*Parlamentera HDP’ê ya Tulay Hatîmogullari da zanîn ku cudakarî bi AKP’ê kûrtir bûye û derbarê gotina Kurdistan a namzetê AKP’ê yê Stenbolê Bînalî Yildirim beriya hilbijartinê gotibû de axivî û got: “Bi çend hevokan nikarin kesî bixapînin. Bila vê gotinê li Enqereyê bêjin ku em ji samimiyeta wan bawer bikin.”DÎMEN HEYE
 
*Li Mîdyatê 22 sal berê zaroka bi navê Fatma Erkan ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin û wekê ku pevçûn hatiye jiyîn çek danîbûn ber. Parêzerên ÎHD’a Mêrdînê ku têkoşîna hiqûqê ya ji bo Fatmayê meşandin di gulana 2017’an de serî li DDB’ê dan lê serlêdan hat redkirin.
 
*Polîsan bi ser mala Oktay Înce yê belgefîlman çêdike de girt û li gel arşîva wî ya 20 salan materyalên ku xebatên hevjîna wî Sevgî Turkmen ya psîkolog bû jî desteser kirin. Sevgiyê got: “Tevî di dosya sûc de navê min tune jî materyalên min hatin desteserkirin û ev dijhiqûqiye. Ez ê li mafê xwe bigerim.” DÎMEN HEYE