'Zîhniyeta desthilatdar her jin hedef girtiye'

  • 09:58 16 Hezîran 2019
  • Rojane
Tulîn Muhemed
 
ŞEHBA - Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Efrînê Newroz Haşim li ser bandora kapîtalîzmê ya li ser jinê axivî û got:"Zihniyeta desthilatdar her jin hedef girtiye, ji ber ku jin bingeha civakê ye. Ji bo em bingeha civakê saglem bikin divê em jin bi hev re di nava piştevaniyê de bin. Divê em li dijî zihiniyeta desthilatdar ku nirxên jinê û civakê hedef digire bi hev re li berxwe bidin."
 
Hêzên desthiladar her tim dixwazin bi êrîşên li ser  jinê civakê bikin kole û tune bikin, ji ber vê jin weke amûrekê tê bikaranîn Têkildarî vê mijarê Endama Koordinasyona Kongreya Star a Kantona Efrînê Newroz Haşim li ser bandora kapîtalizmê got:"Em ê serî li hember desthiladaran û zihniyeta baviksalarî her hildin. Bila jin hew bibe qurbana zihiniyeta kapîtalîst."
 
Newrozê balkişand ser kesên desthiladar û got: "Her tim kesên desthilatdar bi awayekî ezezoktî difikirin, ne bi civakê û ne bi malbetên xwe difikirin, her tim dixwazin ew hêza desthiladar be û cîhanê bike bin hukmê xwe. Ji bo berjewendiyên xwe wê her tiştekî bikin, kaptalîzma weke mîna nexweşiyê ye dema dikeve laşê mirovan heya nemire jê naqete. Loma tê xwestin ku berê jin dawiyê civak hemû têkevin bin bandora kapîtalizmê."
 
'Li Rojhilata Navîn şerê kapîtalîzmê li gorî berjewendiyên dewletan e'
 
Newrozê di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ger yekbûnek di navbera gelan de hebe, kaptalîzm nikare cihê xwe di nava civakê de bigire, kapîtalîzim piranî di aliyê leşkerî û çêkirina çekên giran bi pêş ketiye û bi rêya parçebûna gelan kapîtalîzim cihê xwe digire. Li ser vê esasê ev şer derdikeve. Li Rojhilata Navîn ji bo kolekirina hemû gelan her dem şerê kapîtalîzmê hatiye kirin. Tenê ji bo firotina çêkan hêzên emperyal di nava tevgerê de ne. Ji ber ku ji bo wan ya girîng berjewendiyên wan e. Mîna berjewendiya dewleta Rus ji bo çekên xwe bifiroşe hişt dewleta Tirk êrîşî Efrînê bike û dagir bike. Dema şerê kapîtalîst dest pê dike dîtina çareseriyê dijwar dibe, ji ber berjiwendiyên xwe dimeşînin û pêk tînin, lê her tim gelê sivîl dibin qurbana berjewendiyên wan."
 
'Kapîtalîzme her dem jin kiriye qurban'
 
Newrozê wiha berdewam kir: "Her tim jin bûye qurbanê zihiniyeta desthilatdar, ji ber ku jin bingeha civakê ye. 
 
Her tim jin ji aliyê zihniyeta baviksalar û kapîtalîst hatiye bikaranîn û jin xistine zindanekê û tenê zihiniyeta desthilatdar nîşanî wê kirine. Laşê jinan jî li gor berjewendiyên kapîtalîst her hatiye xwestin bê bi teşekirin. Jin bi xwezayî û bi cewherê xwe tê naskirin jin civakê bi rê ve dibe û xwedî li civaka xwe derdikeve. Lê kapîtalîzim jin ji civakê qut kiriye û li gor berjiwendiyên xwe bi kar aniye."
 
'Serok Apo girîngiyê dide jinan'
 
Newrozê bal kişand ser xwedîderketina mafê jinê ya ji aliyê Abdullah Ocalan û wiha got: "Serok Apo girîngiyê dide jinan ji ber ku zane jin civakê bi rê ve dibe, xwedî li civaka xwe derdikeve, wekheviyê û azadiyê diparêze. Ji ber vê her tim bi jinan re mijûl dibû, jin bi xwazayê ve hatiye girêdan zihiniyeta desthiladar dixwaze vê xwazayê winda bike. Serok Apo  mafê jinan diparêze û derfer da jinan ku rastiya xwe nas bikin."
 
'Divê jin her dem têbikoşe'
 
Newroz herî dawî wiha got: "Xwesteka me jî ji jinan ku vegerin dîrokê rastiya xwe nas bikin. Divê hemû jin destê xwe bikin yek û li hember zihiniyeta desthiladar a ku bi hezar salan li ser jinan dimeşînin bisekinin, divê jin ne ji kesî re bijî, jin ji xwe re bijî. Divê jin her dem têbikoşe."