Jiyana ji agir hat afirandin: Sema Yuce
- 09:07 16 Hezîran 2019
- Portre
Sîbel Ozalp
NAVENDA NÛÇEYAN - Sema Yuce di 21’ê Adara 1998’an de agir berda bedena xwe û di 17’ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da û bû yek ji jinên sembola têkoşîna azadiya Kurd.
Sema Yuce di 21’ê Adara 1998’an de agir berda bedena xwe û di 17’ê Hezîranâ 1998’an de jiyana xwe ji dest da. Sema bi dil û bedena xwe ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê bû pira ji agir. Li pey xwe jî berxwedanek ku bi serkeftinê tacîdar kir, hişt. Piştî çalakiya xwe 80 roj şûnde jiyana xwe ji dest da. Semayê li pey xwe îradeya jinê ya bû Newroz hişt û bû sembola têkoşîna azadiya jinan.
Semayê beriya çalakiya xwe ya li girtîgeha Çanakkaleyê pêk anî, di nameya ku nivîsî de bû wiha got: “Ji bo bibim xwendekara herî baş a Kawayê Hevdem, Mazlum Dogan, dixwazim wek Zekiyeyê bişewitim, wek Rahşanê bibim Newroz. Jin çirûska agirê Kurd ya bûye xwelî ye. Jinên ji xweliya xwe ji nû ve zindî bûne, wê bibin avakarên Kurdistana azad.”
Semayê nirxên bi keda xwe afirand, kir rojevê, xurt kir û têkoşîna azadiya jiên pêş ket û mezin bû. Jinên têkoşîna azadiya Kurd, di xeta bi rûmet a Semayê de bi biryarek mezin têkoşîna xwe didin. Sema li dijî êş, asîmîlasyon û bênasnamebûnê şopdara çanda berxwedanê bû.
Ji malbateke ku şêxtî lê serdest bû hat dinê
Sema di 1971’ê de li navçeya Dutex a Agiriyê li gundê Qerqelîkê hat dinê. Dibistana seretayî li gund xwend, ya navîn li Dutexê xwend û lîse jî li Agiriyê temam kir. Sema di malbateke berfireh ya ku saziya şêxtiyê lê serdest bû hat dinê. Ji ber xizmên wê û gundiyên wê nêzî mijara Kurd bûn, bi wê re jî hestiyarî çêbû û bala wê kişand. Piştî Lîseyê li Zanîngeha Rojhilat a Teknîkê xwend.
Jinek xwedîhişmend bû
Sema beriya tevlî têkoşînê bibe jî hem di malbatê de hem jî li derdorê jineke gelek dihat hezkirin û rêzdarî didît bû. Semayê bi pîvanên terbiyeyê ku dîtibû, bandor li her kesî kir. Tiştê bandor li wê kir jî têkoşîna jinên Kurd a li erdnîgariya Kurd didan bû. Semayê di salên ewil yên zanîngehê de PKK nas kir û di 1991’ê de li Mêrdînê tevlî PKK’ê bû.
Hewl da her tiştî vebêje
Sema li vir hemû jîrbûna xwe ya mirovahî û civakî seferber dike û li ser hewcedariyên pêvajoyê disekine û hewl dide her tiştî vebêje. Li ser mijarên ‘Jinên Kurd kî ne?, ‘Jin çi ye?’, ‘Cihê jinê û rola jinê çi ye’ sekinî û hewl da di vê mijarê xwe bike xwedî raye.
22 sal cezayê giran danê
Sema li Agiriyê di encama îxbarekê de hat binçavkirin û ji bilî hinek nîşeyên li ser wê tiştek nehat dîtin. Piştî lêpirsînek demdirêj şûnde Sema hat girtin. 22 sal ceza lê birîn û ewil birin girtîgeha Nevşehîrê û ji wir jî birin a Çanakkaleyê.
‘Em ê zarokên xwe nedin copkirin’
Semayê di sala 6’emîn a di girtîgehê de di 21’ê Adarê de bedena xwe da ber agir. Hevala wê ya girtîgehê Sureyya Bulut got dema Sema bi betaniyê ji koxuşê derdixistin dirûşmeya ‘Em ê zarokên xwe nedin copkirin’ berz kiriye.
Sema di pêvajoya di nexweşxaneyê de ma, di her girtina bîhna xwe de ji dayika xwe re digot ‘Ez dixwazim biçim ‘Baxçeyê Bihûştê’ yê ji Zînê mîrate maye, ya Zîlanê afirandiye.’ Sema 80 rojî li Nexweşxaneya Fakulteya Tipa Cerahpaşa a Stenbolê ma û di 17’ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da.
‘Sema bû Zîlan’
Dayika wê Zennûre Yuce jî di axaftineke xwe ya piştî Semayê de wateya çalakiya keça xwe bi vî awayî îfade kir; "Sema bû Zîlan."
Di salên borî de ji bo bîranîna Sema Yuce li Bazid a Agiriyê Navenda Piştevaniyê ya Jinan a Sema Yuce hat avakirin lê di 2017’an de qeyûm navend girt.