Gola Krater a Nemrûdê bi balkêşiya xwe her kesî bi bandor dike
- 09:03 16 Hezîran 2019
- Rojane
Zeynep Durgut
BEDLÎS - Gola Krater a Nemrudê bi xwezaya xwe ya herî xweşik û balkêş mirovan bi bandor û sermest dike. Gola xwedî dîrokeke kevnare rastî eleqeyeke mezin a derve û hundir tê.
Gola Kratar a Nemrudê ku li navçeya Tatwanê ya Bedlîsê ye û navê xwe ji hikûndarê Babîlê Nemrut girtiye terkî qedera xwe hatiye kirin. Gol li Tirkiyeyê gola herî mezin a krater e û li cîhanê jî ya duyemîn e. Weke xweşikbûneke xwezayî ya bêhempa ye. Ji ber ku danasîna wê nayê kirin ji bo turîzmê jî nayê vekirin. Li qada kraterê bi tevahî 5 gol hene. Cihê herî bilind 3050 metre ye. Germahiya golê li her dera golê cuda ye. Li hin cihên wê av germ e, li golên din ên di navê de jî ava sar heye.
Li golê 68 cihên wekî kanî hene, ji bilî golan paceyên hilmê, şikeftên hilmê, germavên ku ji bo romatîzmayê baş in hene. Di nava karterê de 2 şikeftên cemedê weke klîmayên xwezayî hene. Tê gotin ku ev paceyen hilmê ji bo nexweşiyên bêhntengiyê, bronşîtê baş in. Ji bilî vê li herêmê gelek sewalên kovî hene. Lê heke tedbîr neyên girtin dê tune bibin. Di nava kraterê de gelek kosî û hirç hene, disa gelek cureyên çûkan jî hene. Nebatên li herêmê jî kesên ku ji bo gerê diçin herêmê sermest dikin.
Midûriyeka Daristan û Hawirdorê xemsariyê dike
Heke bê bikaranîn ev gol ji bo turîzmê çavkaniyeke girîng e, lê ji ber ku Midûriyeta Daristan û Hawirdorê ya Bedlîsê danasîna golê nake ev der nayê nirxandin û sûd jê naye wergirtin. Mirov dikare ji Tetwan û Xelatê ji du riyên xirab bûne biçe kraterê. Ji ber ku rê ne baş in û kendal pir zêde ye kesên ku diçin herêmê bi xetereya mezin re rû bi rû dimînin. Her wiha ji ber ku nîşaneyên rê nîn in jî kesên ku diçin nikarin bi reheti bigerin.
Li tevî hemû neyiniyan ji gel her hatina demsala havînê berê xwe didin golê û bi xwezaya golê ya herî xweşik bandor û sermest dibin.