Bi coş û moralekî mezin xwendekaran bawernameyên xwe girtin
- 16:26 15 Hezîran 2019
- Rojane
ŞEHBA - Bi minesebeta bidawîkirina dibistanan (KPC -D) ya Kantona Şehbayê bi şahiyekê bawername li xwendevanan belav kirin.
Piştî qedandina ezmûnên dawiya salê xwendevanên ji Efrînê li dibistana Navçeya Ehdas a Şehbayê xwendina xwe berdewam dikirin ezmûnên xwe qedeandin û ketin betlaneyê. Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) ya Kantona Şehbayê bi minasebeta bidawîkirina Dewereya Sala 2018 û 2019'an ku hat bidawîkirin bawername bi şahiyekê li xwendekaranan belav kirin. Herwiha bi minasebeta dawiya sala perwerdê bawername li hemû dibistanên Navçe û gundên Şehbayê hatin belavkirin.
Şahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê Rêveberiya dibistana Ehdasê Nesrîn Omer, Berdevkê Dibistana Ehdas Rêgaz Hemo axivîn. Di axaftinê de bidawîkirina sala xwendinê li xwendekaran hat pîrozkirin. Mamoste û xwendevanên ku beşdarî şahiyê bûne nêrînên xwe parve kirin û kêfxweşiya xwe anîn ziman.
Bi coşek mezin bawername hatin girtin
Mamosteya bi navê Nesrîn Omer li ser ezmûnan axivî û got: "Em êdî encama xwendekariyê bi dest dixin û bi şahiyekê bawernameyan belav dikin, dema dewleta tirk êrîşî Efrînê kir, daxwaza wan ew bû ku zimanê dayîkê tune bikin, lê piştî derbasbûna me, li Şehbayê jî me perwerdeya bi zimanê kurdî da destpêkirin ji bo xwendekar ji zimanê xwe dûr nekevin. Bawername li nêzî hezar û 300 xwendekaran hat belavkirin, Him refên seretayî him yên amedahî bi coş û morelek mezin encamên perwerdeya ku dîtin girtin."
'Me bi serbilindî sala xwe bi dawî kir'
Xwendekara bi navê Silava Sîdo jî li ser perwerdeya ku dît axivî û wiha domand: "Weke xwendekarek ji Efrînê me sala xwe ya xwendinê bi keda mamosteyên xwe serkeftî bi dawî kir, em bawerin me puanekî baş sitandiye. Li gor salek zahmet bû, lê me bi ser bilindî sala xwe bi dawî kir. Em amadekariya xwe ji pêvejoya amadehi re dikin ji ber ku pêvejoyek girînge ji bo nifşek nû ku afrnerên baş ji me pêk bên. Em bi hêvî ne ku salê bê li Efrînê perwerdeya xwe bidomînin.
'Em ê bi zanebûn û perwerdeya xwe Efrînê rizgar bikin'
Xwendekara bi navê Şêrîn Mustefa jî axivî û got: "Daxwaza me em vegerin Efrînê û li wir xwendina xwe berdewam bikin, em ê bi zanebûn û perwerdeya xwe Efrîn rizgar bikin. Niha jî me bawernameyên xwe girtin û em pir kêfxweş bûn."