Xizmên windayan: Ya sûc ew e ku mirov suc û sucdaran biparêze

  • 16:09 15 Hezîran 2019
  • Rojane
AMED / ÊLIH -  Xizmên windayan li Amed û Êlihê aqûbeta Recep Îkîncîsoy û Kadîr Keremoglu yê pirsin û wiha gotin: "Têkoşîna edalet û heqîqetê dê her dem bidome. Her wiha ya suc ew ê ku mirov suc û sucdaran biparêze."
 
Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan li Amedê di hefteya 540'an de û li Êlihê jî di hefteya 446'an de aqûbeta windayên xwe pirsin. Li Amedê xizmên windayan aqûbeta Recep Îkîncîsoy ê û li Êlihê aqûbeta Kadir Keremoglu yê 75 salî hat pirsin.  
 
Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan li avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê di hefteya 540'an de çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" berdewam kirin. Ji ber ku vê hefteyê jî walitiyê destûr neda ku li Parka Koşuyolu daxuyanî bidin, xizmên windayan disa çalakiya xwe li avahiya ÎHD'ê berdewam kirin. Malbatan dîsa wêneyên zarokên xwe hilgirtin û qurnefil danîn ser wêneyan. Li erdê jî pankarta ku wêne li ser heye û dirûşma "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandtin" nivîsandine vekirin. Xizmên windayan û rêveberên ÎHD'ê tevlî çalakiyê bûn. 
 
'Têkoşîna edalet û heqîqetê her dem bidomînin'
 
Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytûn bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên salên 90’î û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Di erdnîgariya Kurdistanê de bi awayekî sîstematîk hêzên dewletê yên paramîlîter û kontra bi hezaran mirov winda kirin. Esas kiryarên wan diyarin, mafê mirovan yên jiyanê ji destê wan hatin girtin. Li hemberî mirovahiyê sûc hatin kirin. Li hemberî van sûcan hêzên dewletê yên îdarî, adlî û burokrasiyê, li şuna lêkolînkirina van sucan bikin û faîlên wan bibinin, dijberi vê yekê kiryar parastin û politikaya bêceza hiştinê şopandin.” 
 
Aqûbeta Recep Îkîncîsoyê pirsin
 
Abdullah diyar kir ku ji bo tekoşîna bi salan didin neyê jibîrkirin û zindî bihêlin têdikoşin û wiha axivî: “Em vê yekê tenê tekoşînê windayan bi nav nakin. Di heman demê de em wekî aştiyeke civakî û lihevhatina civakî bi nav dikin. Em ê di têkoşîna dayikan a edalet û heqîqetê de her dem bi wan re bin." 
 
Piştre Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Hasan Yalçin jî çîroka Recep Îkîncîsoy ê di 16'ê Tîrmeha 1980'an de li mala xwe ya Amedê hat revandin û windakirin xwend û wiha got: "Recep Îkîncîsoy di 16'ê tîrmeha 1980'an de li li pêş mala xwe ya kolana pişt PTT'a Mezin ji aliyê kesên sivîl ve hat revandin. Tevî hemû hewldanên malbatê hêj tu encam nigirtine."  Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû. 
 
41 hefteyê li avahiya ÎHD'a Êlihê daxuyaniyê didin
 
Li Êlihê jî Xizmên windayan û rêveberên ÎHD'ê ya Êlihê di hefteyae 446'an de li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Êlihê kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Xizmên windayan ji ber Walîtiya Êlihê destûr nadin ku li Kolana Gulistanê daxuyanî bidin 41 hefteye li avahiya ÎHD'ê ya Êlihê daxuyanî didin. Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn. Endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de pankrata "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin. Dîsa wêneyên windayan rakirin. 
 
Aqûbeta Kadîr Keremoglu pirsin
 
Rêveberê ÎHD'ê yê Êlihê Celal Anlayici daxuyanî da diyar kir ku çalakiya wan li qada vekirî hatiye qedexekirin û wiha got: "Di 14'ê nîsana 1995'an de endamên JÎTEM'ê Kadir Keremoglu yê 75 salî li Navenda Wanê dema ji mizgeftekê derket, kesên li gel texsiya toros a spî ya plakeya wê 01 EA 600 û 3 maşîneyên din daketin ew revandin. Piştî malbatê bi mehan lêkolîn kir, malbat fêr bû ku Kadîr teslîmî Mahmut Yildirim (Yeşîl) kirine. Berê birine Navenda JÎTEM'a Wanê û piştre birin Fermandariya Alayê ya Cendirmeyan. Piştî malbatê serlêdan kir, keseki telefon kiriye û ji malbatê re gotiye "Ger hûn 750 hezar mark bidin bavê we wê bê berdan. Li ser vê yekê malbatê pere li Bankeya Ziraatê razandiye. Tevî hemû van tiştan disa îro hêj agahî ji Kadîr nayê stendin."
 
Celal, anî ziman ku kesên mirov winda kirine nayên darizandin û bêcezakirin sûcê mirovahiyê ye û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Xwestina ku dewlet vê erkê pêk bîne ne sûc e. Ya sûc ew e ku mirov suc û sucdaran biparêze ye." Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.