Dayikên Şemiyê: Divê heqîqeta ku ev 25 sal in tê veşartin bê aşkere kirin

  • 14:43 15 Hezîran 2019
  • Rojane
STENBOL - Di hefteya 742’yemîn de Dayikên Şemiyê aqûbeta windayên xwe pirsin û banga darizandina faîlan kirin. Di çalakiyê de wiha hat gotin: "Divê heqîqeta ku ev 25 sal in tê veşartin bê aşkere kirin. Em dixwazin hemû aktorên sûcên windakirina mirovan hesab bidin.” 
 
Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin, di hefteya 742’yemîn de xwestin li Qada Galatasarayê ya Taksîma Stenbolê bên gel hev. Polîsan carek din dayik asteng kirin û li ser vê yekê dayikan çalakiya xwe li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên windayan û qurnefil hatin hilgirtin. Parlementera Partiya  Demokratîk a Gelan (HDP) Oya Ersoy, Parlementerê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kanî Beko û gelek kes beşdarî çalakiya dayikan bûn. 
 
Dayikan di çalakiya vê heftê de, pirsa faîlên Abdûlkadîr Çelîkbîlek ê di 14’ê kanûna 1994’an de li Amedê hat binçavkirin û di 21’ê kanûna 1994’an de cenazeyê wî îşkence kirî hat dîtin, kirin û edalet xwestin.
 
'Divê berpirsên windayan hesab bidin'
  
Endema Komîsyona Li Dijî Windayên Dibin Çavan de, ya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Sebla Arcan, daxuyaniya vê heftê ya çapemiyê da û wiha got: “Dewletên demokratîk, neçarin ku mafê mirovan biparêzin. Sedema hebûna dewletê, parastina maf û azadiya mirovan e. Divê hemû kesên berpirsên windakirin mirovên dibin çavan de, hesab bidin. Divê heqîqeta ku ev 25 sal in tê veşartin bê aşkere kirin. Em dixwazin hemû aktorên sûcên windakirina mirovan hesab bidin.” 
 
'Serlêdana malbatan bê encam man'
 
Sebla, bal kişand ser Abdulkadîr Çelîkbîlek ê 38 salî yê li Amedê dijiya û wiha axivî: “Abdulkadîr di 14’ê kanûna 1994’an de diçe Qehwexaneya Esnaflar a navenda bajêr. 10 deqe şûn de çar kesên sîvîl bi wesayîta Torosa spî tên ber qehwexanê, radiwestin. Du kesên bi çek ji wesayîtê peya dibin û dikevin qehwexanê. Dema ku Abdulkadîr ji qehwexanê derdikeve, ew jî derdikevin û heya demekê wî dişopînin. Dûre Abdulkadîr bi zorê li wesayîta Torosa Spî siwar dikin û dibin. Kesên bûn şahidên bûyerê, agahî didin malbata Abdulkadîr. Hemû serlêdanên malbatê bê encam man û binçavkirin Çelîkbîlek hat înkarkirin.” 
 
'DMM'yê Tirkiyeyê mehkûm kir' 
 
Sebla, di dewama axaftina xwe de wiha got: Cenazeyê Abdulkadîr ku rastî îşkenceyek pir giran hatibû, di 21’ê kanûna 1994’an de ji derveyî Goristana Deriyê Mêrdîn ê Amedê di nava koma gelaşê de hat dîtin û destên wî paşve girêdayî bûn. Endamê JÎTEM’ê Abdûlkadîr Aygan bûyer çawan pêk hat, vegotibû. Ligel hemû detayên binçavkirin û kuştina Abdulkadîr dihat zanîn jî, heya niha di hiqûqa navxweyî de tu encam derneketin holê. Li ser vê yekê doz ji bo DMME hat şandin. DMME’yê di 31’ê gulana 2005’an de Tirkiyeyê mehkûm kir. Heta heqîqeta der barê windayan de bê aşkerekirin, hemû faîl bên darizandin û edalet pêk bê, ew ê têkoşîna xwe dewam bikin.” 
 
'Vê qedexeyê rakin'
 
Dayika Mûrat Yildiz ê di 23’yê sibata 1995’an dibin çavan de hat windakirin Hanîfe Yildiz jî mafê axaftina girt û wiha diyar kir: “Ev 43 heftene çalakiya me tê qedexekirin. Vê qedexeyê rakin. Me û polîsan neyîn rû bi rûyê hev. Ez bangî mirovahiyê li wan dikim.” 
 
Piştî axaftinan, çalakî bi lêxistin çepikan bi dawî bû.