Şaredariya Pirsûsê kampanyaya paqijiyê da destpêkirin

  • 14:39 15 Hezîran 2019
  • Rojane
RIHA - Şaredariya Pirsûsê kampanyaya paqijiyê da destpêkirin û kolan û kuçeyên navçeyê paqij kirin. 
 
Şaredariya Pirsûsê ya di bin rêveberiya HDP'ê de ji bo di di warê paqijiyê de cudahiyek biafirîne û hişmendiya paqjiyê pêk bîne kampanya "Ji bo Pirsûsek paqij em dest bidin hev" da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de Hevşaredar Hatîce Çevîk û Abdullah Polat, midûrên yekîneyan, amir, xebatkarên şaredariyê û encûmen bi hev re kolan û kûçeyên navçeyê paqij kirin. Hevşaredaran ji aliyekî ve paqijî kirin ji aliyê din ve jî bi welatiyan re sohbet kirin û li pirsgirêkên wan guhdar kirin.