Li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Başr li Til Temirê meş hat lidarxistin

  • 12:54 15 Hezîran 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk li ser başûrê Kurdistanê  Bi sedan pêkhateyên Til Temirê daketin qadan û êrş şermezar kirin.
 
Her ku diçe êrîşên dewleta tirk li ser Başûrê Kurdistanê zêde dibin. Bi armanca şermezarkirina van êrîşan îro bi sedan şêniyên navçeya  Til Temirê  ya girêdayî Kantona Hesekê bi hemû pêkhat, sazî û rêxistinên xwe yên civakî her wiha Hêzên Ewlehiya Hundirîn, Ewlehiya Hawarî û Trafîkê  daketin qadan û êrşên li ser başûrê Kurdistanê bi meşekê şermezar kirin.
 
Di meşê de alên Kongreya Star û wêneyên Rêberê PKK'ê  Abdulla Ocalan hatin hilgirtin. Meşa ku ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir li Çarxereya Şehîd Qendîl rawestiya. Piştî deqeyek rêzgirtinê Rêvebera Kongreya Star a Navçeya Til Temir Gulîxan Tahir axivî.
 
'Erdogan ji Şêladizeke duyemîn ditirse' 
 
Gulîxanê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin û wiha got:"Erdogan bûye mîna gurê har û ji Şêladizeke duyemîn ditirse.  Ji ber ku gelê Şêladizê  li hember dagirkeriya wan serî hilda û dagirkerî qebûl nekir. Di heman demê de çavê wî bar nabe ku Gelê Kurd aram bijî. Ji ber wê êrîşên xwe yên li ser Başûr û Bakur û Rojhilatê- Sûriyê zêde dike."
 
'Divê gelê Başûr bêdeng nemîne'
 
Gulîxanê bal kişand  li ser êrîşên Dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê û wiha dom kir:"Aramcna Erdogan ne tenê Başûrê Kurdistanê ye , va ye Efrîn li ber çavan e. Eger Gelê Başûr li  hember dagirkeran serî hil ne din dê sênaryoya Efrînê li Başûr jî dûbare bibe. Bê dengî  jiyaneke bi  rûmet na afirîne. Diruşmeya"Berxwedan Jiyan e"ew e ku Erdogan têk dibe."
 
'Armanca Erdogan dagirkeriya hemû Rojhilat Navîn e'
 
Gulîxanê diyar kir ku armanca Erdogan ji nû ve zinîdkirina împiratoriya Omsanî ye û wiha pêl da axaftina xwe:"Divê Gelê Kurd  li hember dagirerkan yekîtiya xwe ava bikin.  Armanca Erdogan ne tenê başûrê Kurdistanê  ango Efrîn e armanca wî dagirkeriya Rojhilata Navîn bi gişîtî ye."
 
'Yeîktiya xwe ava bikin,dagirkeran biqewitînin'
 
Gulîxanê bang li Gelê Kurd kir ku yekîtiya xwe ava bikin  û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em di pêvajoyeke pir girîng re derbas dibin û ji hemû deman zêdetir pêwîstiya me bi yekîtiyekê heye. Yekîtiya xwe ava bikin herêmên xwe biparêzin û dagieran biqewitînin."