Li Omeryanê şeat ji aliyê dildaran ve hat vemirandin
- 11:46 15 Hezîran 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Şewata ku berî bi du rojan ji ber operasyonên hat kirin derket ku nehat hiştin mudaxele lê bê kirin û li gelek gundan belav bû duh ji aliyê gundî û dildaran ve hat vemirandin.
Berî bi du rojan piştî pevçûnên ku hatin jiyîn li Çiyayê Omeryanê yê herêma Mêrdînê şewat derket û bi hêza bayê re li gelek gundên li derdorê belav bû. Şewata ku belav bû duh ji aliyê gundî û dildaran ve berê êvarê hat vemirandin. Piştî operasyonê ku şewat hat vemirandin derket holê ku bi sedan hektar qada daristanê û zeviyên gundiyan ji vê şewataê zerareke mezin dîtine. Herwiha hat diyarkirin ku gelek ajal jî ji ber şewatê telef bûne.
Sewkiyata leşkerî tê kirin!
Gundiyên ku bertek nîşanî vê helwesta hikûmetê dan diyar kirin ku divê rayedar li dijî ve mijara her sal di vê demsalê de dikeve rojevê û gelek zerar dide malê wan hestiyar tevbigerin û çareyekê bibînin. Piştî şewata ku hat vemirinandin hat aşkerakirin ku ji ser gundê Zivingê ji bo herêmê bi wesyitên leşkerî sewkiyat tê kirin.