Şêniyên Helebê: Nikarin bi êrîşan vîna me bişkînin

  • 11:00 15 Hezîran 2019
  • Rojane
HELEB - Bi sedan şêniyên Helebê daketin qadan êrîşên li hemberî û Herêma Federal a Kurdistanê, Bakur û Rohilatê Sûriyeyê şermezar kirin û gotin ku kes nikare vîna Gelê Kurd bişkîne. 
 
Bi pêşengiya Kongreya Star bi sedan şêniyên taxa Helebê daketin qadan û êrîşên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê û Bakur û Rohilatê Sûriyeyê şermezar kirin. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star û flameyên Saziya Malbatên Şehîdan girtin. Her wiha di meşê de pankarta "Ji Dagirkeriyên Osmaniyan re na û Bijî Berxwedana Serdemê" hat hilgirtin. Meş ji jêrzemîna Yasîn dest pê kir û heya taxa Şerqiyê dom kir. 
 
Di çalakiyê de li ser navê Kongreya Star Leyla Xalid axivî û wiha got: "Ev êrîşên ku Tirkiyê li ser Gelê Rojava û Başûrê Sûriyeyê tên kirin, em şermezar dikin. Dewleta Tirk bi kiryarên xwe nikare vîna me bişkîne, ev ji lawazbûna wî tê. PDK'ê nikare li ber vîna gelê me bisekine, em ê her dem li ber xwe bidin."
 
'Nikarin vîna me bişkînin'
 
Sultan Hisên di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşan û wiha axivî: "Em êrîşên li hemberî Başûrê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin. Bi van êrîşên ku li ser heremên kurdan tê meşandin em qebûl nakin. Heya kurdek li ser axê hebe em axa xwe ji dijmin re nahêlînin û her dirûşmeya me diyare û em dibêjin berxwedanî û serkeftin ya Gelê Kurd e û dijmin bi van êrîşan nikare vîna me bişkîne."
 
'Em li pey şopa berxwedêrên xwe ne'
 
Mewlide Hibo bal kişand ser rewşa Efrînê û wiha got: "Efrîn bi îradeya gelê me dê were rizgar kirin. Em li pey şopa berxwedêrên xwe ne, tucarî ked û xwîna berxwedaran li erdê namîne û em ê tola wan hildin."
 
Meş bi dirûşmeya "Bijî Berxwedana Efînê û Xakurkê" bi dawî bû.