Li dîjî êrîşên li ser Başûr li Mexmûrê daxuyanî
- 09:23 15 Hezîran 2019
- Rojane
MEXMÛR - Ji bo êrişên li ser başurê Kurdistanê li wergiha penaberan a Şehîd Rostam Cudî (Mexmur) li saziya malbatên Şehîdan daxmuyanî hat daxîn. Di daxuyaniyêde hat diyarkirin ku ev êrîşên li dijî xaka başurê Kurdistanê meteristeke mezine ji bo gelê herêmê.
Ji 28'ê gulanê ve artêşa tirk êrişên mezin li ser xaka başurê Kurdistanê dane despêkirin. Ji bo şermezarkirina êrîşên li ser başurê Kurdistanê li wergiha penaberan a Şehîd Rostam Cudî Mexmur, li Saziya Malbatên Şehîdan daxmuyanî hat daxîn. Berî daxiyanî dest pê bike ji bo cangoriyên azadiyê deqek rêz hat girtin û daxuyanî ji aliye endamê mecilisa wergihê Sedîq Banek ve hat xwendin. Herwiha jinên ku di daxuyaniyê de amede bûn jî derbarê van êrişan de nêrin û hewlest xwe ji ajansa me re anîn ziman.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji dema osmaniyan û komerê heta vê gavê êrişî kurdan dikin bi pêşengitiya Rêbertî li dijî vê zulim zordayiyê tevgerek dan despêkirin. Em hemû jî dizanin her gav dewleta tirk êrişî kurdan dike vê carê ne tene li dijî PKK ê şer daye despêkirin ev konsepteke şer a li dijî hemû kurdan e. Dema ku mirov li dema derbasbûyî jî temaşe dike heval benden dewleta tirk yên wek nato ku di girtina Rêbertî de pêşengitiya komployê kirin. Niha jî ji bo tunekirina Gelê Kurd çekên herî pêşketî dide dewleta tirk û Gelê Kurd bi van çekan tê qetilkirin.
Pêwiste ku rêvebiriya başur xwedî helwest be
Ne ji niha de êriş li ser xaka başurê Kurdistanê tên kirin ji salên 1990'î heta niha dewleta tirk bi sedan baregihên xwe li ser xaka başurê Kurdistanê danîne. Bi tang û topên xwe êrişî gelê Başur dike komkujiyan pêk tine. Lê mixabin heTa vê gavê jî rêvebiriya Başur ti helwest nişan nedaye. Kesên ku dixwezin li dijî van êrişan helwest nişan bidin jî tên bin çav kirin. Ev nêzîkatî hevkariya wan a bi dewleta tirk re dide nişandan. Ez bang li gelê me yê her çar parçên Kurdistanê û bi teybet yê li başurê Kurdistnê dikim ku li dijî van êrişan bê deng neminin û bibin xwedî helwest.
'Dewleta tirk dijiminê mirovahiyê ye'
Jina bi nav Cemîle Osman jî ku tevli daxuyaniyê bû wiha got: " Ez jî wek dayîkek wergihê beng li Mesut Barzanî, Neçîravan Barzanî û çi kesên ku li başur dijîn dikim ku li dijî van êrişan bêdeng neminin. Çi kesên ku alikarî didin van êrişan em wan şehmizar dikin û em hemu jî dizanin ku dewleta tirk ne tene li dijî PKK ê şer dike ew dijiminê mirovahiyê ye. Ji bo tirkan ferq neke kurdek li ku hebe êriş dikin. Pêwiste ku ev yek baş were zanin. Bi teybet ez bang li rêvebiriya başurê Kurdistnê dikim ku di vî warî de helwestekê nîşan bide. Gelê Kurd her dem aligirê aşitiyê ye naxweze ku xwîn ji tiliya ti kesî were. Ez bang li hemu gelê başurê kurdistanê dikim ku dengê xwe derbixin bi teybet bagna min ji bo ciwanên başur heye ku rabin ser xwe ev êrişane li ser me hemuyane."
'Em destê aşîtiyê dirêjî wan dikin ew çek li dijî me bi kar tinin'
Jina bi navê Meryem Adamiş jî axivî û weha got: "Ez jî wek jineke li wergiha Şehîd Rostam Cudî van êrişîn li ser başurê Kurdistanê şermizar û ru reş dikim. Ev êrişa ne tene li ser PKK ê ye li ser tevahî Gelê Kurd e. Pewiste ku em li henberî van êrişan bê deng ne minin. Em çiqas bibin yek em ê weqas bikaribin dagerkeriyê lewaz bikin. Ez beng li hemu gelên kurd dikim bi teybet yên başurê Kurdistanê dikim ku rabin ser xwe. Em deste aşîtî dirêjî wan dikin ew çekan li dijî me bi kar tinin."
Daxuyanî û bi dirûşmên "Bimire îxanet" û "Bijî Serok Abo" bi dawî bû.