'Bi rihê berxwedana gelê Şêledizê serî li hember dijmin hildin'
- 09:08 15 Hezîran 2019
- Rojane
Hesna Muhamad
ŞEHBA - Dayikên berxwedêrên azadiyê yên ku li Şehbayê bi cih bûne di derbarê êrîşên dewleta Tirl ên li ser xaka Rojava û Başûr de axivîn û gotin: "Bi rihê gelê Şêledizê gelê kurd wê serî li hember dagirkeriyê hildin."
Derbarê êrîşên li ser Rojava û Başûr de dayikên berxwedêran nêrînên xwe anîn ziman. Dayikan gotin:"Me li dijî êrîşên dewleta Tirk di Efrînê de 58 rojan ber xwe da, niha êrîşî Til Rifet û gundewarên Şehbayê dike û sivîlan dikuje, em bêdengiya dewletan şermezar dikin, dewleta Tirk êrîşî her deverek ji axa Kurdistanê dike."
'Li hember êrîşan em berxwedana xwe didomînin'
Dayika berxwedêr Ferhat a bi navê Emîne Elî li ser êrîşên dewleta Tirk axivî û got: "Dewleta Tirk êrîşî Efrînê kir û zarokên me kuştin, lê me li dijî vê êrîşana 58 rojan berxwedana xwe kir. Lê ji bo parastina xwe ji dijmin em koçberî Şehbayê bûn, dîsa êrîşî gundewarên Şehbayê dike û gelê sivîl tên kuştin.”
'Heta niha jî gorên pakrewanên me ji êrîşan xilas nebûn'
Dayika Emîne wiha berdewam kir: "Heta niha jî gorên pakrewanên me ji êrîşên dewleta tirk xilas nebûn, kal û pîrên me qetil kir niha jî dest bi xirabkirina gorên berxwedêrên me kirin. Gund û cihwarên me bi balafirên xwe talan dike, dewleta Tirk niha dest bi êrîşên li ser xaka Iraqê dike ji bo tunekirina gelê kurd tevahî. Kurd tucar tune nabe dewleta tirk jî baş dizane hemû cîhan jî baş dizane."
'Em Kurd in, em tune nabin, em tim hene'
Di dawiya axaftina xwe de dayika Emîne bal kişand ser êrîşan, bêdengiyên dewletan û banga hemû gelê kurd kir û got: "Gelê me li dijî êrîşên dewleta Tirk bila bisekinin. Em Kurd in serî ji dijmin re natewînin, hemû dewlet çavên xwe li hember van kiryarana girtine, banga min ji her kurdekî re heye ku rabin li ser piyan û ji dijminê xwe re bêjin em kurd in em tune nabin, em tim hene."
'Bi rihê gelê Şêledizê serî hildin'
Dayika pakrewan Adil, Buşre Sîno hestên xwe anî ziman û got: "Em kurd in serê xwe ji dijmin re natewînin. Di Efrînê de dewleta Tirk êrîşî mal û milkên me kir. Niha li Şehbayê jî rojane balafirên xwe li ser me radike û êrîşî Til Rifet û gundewarên Kantona Şehbayê dike. Em bêdengiya dewletên navneteweyî şermezar dikin, banga min ji hemû gelê kurd re heye ku bi rihê gelê Şêledizê serî hildin, dewleta Tirk êrîşî her deverekê dike, lê em ji êrîşên wan natirsin."
'Kurdistan yek parçe ye û ya gelê Kurd e'
Dayika berxwedêr Muhemed, Melek Eloş derbarê êrîşên li ser xaka Kurdistanê de axivî û got: "Em êrîşên dewleta Tirk li ser xwe qebûl nakin axa me kirine çar parçe û dagir kirine. Em vê parçebûnê qebûl nakin. Ji ber ku Kurdistan yeke û ya gelê kurd e, em dagirkirina dewleta tirk ji axa me re qebûl nakin."