Jinên Şengalê yên li Çiyayê Serdeştê: Em dixwazin vegerin gundê xwe
- 09:03 15 Hezîran 2019
- Rojane
Viyan Seîd / Nesrîn Hesen
ŞENGAL - Piştî ku DAÎŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de êrîşî Şengalê kir şûnde gelek kes li Çiyayê Serdeştê bi cih bûn. Tevî hemû zehmetiyan kesên ji ber êrîşên DAÎŞ'ê li Çiyayê Serdeştê bi cih bûbûn niha di çadiran de têkoşîna jiyanê didin. Jinên ku di çadiran de têkoşîna jiyanê didin wiha gotin:"Têkoşîna me didome. Tevî hemû zehmetiyan em li berxwe didin."
Piştî ku DAÎŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de êrîşî Şengalê kir şûnde gelek kes li Çiyayê Serdeştê bi cih bûn. Tevî hemû zehmetiyan kesên ji ber êrîşên DAÎŞ'ê li Çiyayê Serdeştê bi cih bûbûn niha di çadiran de têkoşîna jiyanê didin. Jinên ku di çadiran de têkoşîna jiyanê didin wiha gotin:"Em gelek zehmetiyê dijîn lê em li berxwe didin. Em dixwazin ji nû de gundê me bê avakirin û biçin gundê xwe."
'Tevî hemû zehmetiyan jiyana li ser axa mirovan rûmet e'
Jina bi navê Erzan Xwededa Qasim wiha got:"Jiyana me zehmet e. Hem zivistan hem jî havînî em zehmetiyên mezin dikşînin. Em dixwazin gundê me ji nû de bê avakirin û em vegerin gundê xwe. Ji ber ku gundê me ji nû de nehat avakirin hîn em di çadiran de dimînin. Hikumetê di mijara avakirina gund de heta niha tiştek negotiye. Tevî hemû zehmetiyan jiyana li ser axa mirovan rûmet e. Ez bang li hemû Êzidiyan dikim ku vegerin ser axa xwe."
'Yên ku alîkariya me kirin şervanên azadiyê ne'
Jina bi navê Sêvê wiha got:"Jiyana me gelek zehmet e. Çi zivistan çi havîn her dem em zehmetiyê dikşînin. Ev 5 sal in em li vir in. Hikumet alîkariya me nake. Yên ku alîkariya me kirin şervanên azadiyê ne. Heta niha jî alîkariya me dikin. Em ji destên çeteyan rizgar kir. Alîkariya herî mezin rexistinkirina civaka Êzidi bû. Em dîsa jî gelek kêfxweş in ku li ser axa xwe dijîn. Em daxwaz dikin ku Şengal ava bibe."
'Em dixwazin vegerin gundê xwe'
Jina bi navê Bitim Sileman jî wiha got:"Bi taybet jî weke jin jiyana li Çiyayê Şengalê zehmet e. Niha germ e û em gelek zehmetiyê dikşînin. Ev 5 sal in em di konana de jiyana xwe dewam dikin. Êdî em dixwazin gundê me bê avakirin û em vegerin gundê xwe."