Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

  • 15:59 14 Hezîran 2019
  • Rojane
STENBOL - Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan  û vasîsê Ocalan Mazlum Dinç, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Emîn Konar û xwîşka Veysî Aktaş Sabîha Aslan, bi armanca li Îmraliyê hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi armanca bi xizmên xwe yên li Îmraliyê re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.