Jinên Başûrê Kurdistanê: Hevgirtina jinan wê bibe sedema serkeftinên mezin

  • 14:35 14 Hezîran 2019
  • Rojane
Rûken Goman- Civîn Husên
 
QAMIŞLO - Jinên ji Başûrê Kurdistanê ku tevlî Kongreya Damezrîner a Meclisa Jinê ya Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê bûn gotin:"Armanca me ew e ku em li Kurdistanê mafê jinan biparêzin."
 
Kongreya Damezrîner a Meclisa Jinê ya Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê bi tevlîbûna bi dehan jinên ji Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê, jinên serbixwe, endamên partî û rêxstinên jin di Rêveberiya Xweseriya Demokeratîk de, her wiha şande ji Başûr û Rojhelatê Kurdistanê û Ewropayê, pêk hat. Jinên Rêxistin û Tevgerên ji Başûrê Kurdistanê nerînên xwe parve kirin.
 
 'Armanca me serxistina mafê jinê ya li hemû parçeyên Kurdistanê ye' 
 
Endama Tevgera Goran a li Başûrê Kurdistanê Saza Abdullah di derbarê tevlîbûna kongreya meclisa jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de wiha dibêje"Bi rastî em pir kêfxweş in ku îro di nava hejmarek mezin a jina de kongreyê pêk tînin. Ji ber ku hêzê dide mirov ev kongre girîng e. Pêwstiya me hebû ku îro em meclisekê ava bikin mafê hemû jinan di nava xwe de biparêze û bi hev re bibin hêzeke xurt li hemberî hemû cûreyên tûndiyê yên li dijî jinan. Zihniyeta mêr her xwestiye koletiyê li ser jinê bidin meşandin û bibin bersiv ji serdestiya baviksalariyê re. Xwesteka me jî ew e em bikarin xizmeta tevahî jinan li her çar parçeyên Kurdistanê bikin û  û bibin dengê jinan."
 
'Hevgirtina jinan girîng e' 
 
Nûnera Rêxistina RAJK'ê  Kêşwa Fetah a li Başûrê Kurdistanê  di derbarê beşdarbûna xwe re wiha dibêje "Ji bo me jin ev cihê serkeftinê ye ku jin bi xwe  dibe xwediyê biryara xwe û di nava civakê de rol û misyona xwe pêş bixe û xwe bi rêxistin bikin. Di rewşeke wiha de ku li tevahî rojhilata navîn şerekî dijwar diqewime hevgirtina jinan pir  girîng e  ji bo wê jî  gerek em destkeftiyên jinan biparêzin û bibin mînak ji tevahî jinên cîhanê re ji bo avakirina sîstema demokratîk û azad."