Fîgen Yuksekdag: Mehmet Tunç lehengek bû
- 13:32 14 Hezîran 2019
- Rojane
ENQERE - Hevseroka HDP'ê ya Giştî ya berê Fîgen Yuksekdag li dijî fezlekeya ku ji ber beşdarî merasîma cenazeyên Orhan Tunç û Mehmet Tunç ên ku di bodrumên Cizîrê de hatin şewitandin, bûye xwe parast. Figenê got:"Heta ku pirsgirêka Kurd û pirsgirêka demokrasiyê çareser nebe ev dozna ew ê her bidomin. Tu îktidarên ku bi wateya peyvan şer dikin bi ser nakevin. Binêrin heman tişt dîsa tê jiyîn. Berê jî bi gotinan û bi wateya peyvan hat lîstin."
12'emîn rûniştina doza Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Figen Yuksekdag, girtî tê darizandin û 7 fezleke kirin yek li 16'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Kampusa Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê, hat dîtin.
Di çarçoveya dosyayê de di derbarê Fîgenê de ji 30 salan heta 83 salan ceza tê xwestin. Her wiha di îdianameya 92 rûpelan de tê xwestin ku Figenê ji ber çalakiyên KCD'ê bi sifata "Rêvebira rêxistinê" bê darizandin.
Parlamenterên HDP'ê Mahmut Togrul, Muazzez Orhan, Şevin Coşkun beşdarî rûniştinên bûn. Her wiha Fîgen Yuksekdag bi rêya SEGBIS'ê tevlî rûniştinê bû. Her wiha Parlamenterê Partiya Çep a Elmanyayê Hakan Taş û Parlamentera Partiya Karker a Îngilistanê Julie Ward wekî temaşevan beşdarî rûniştinê bûn. Temaşevanên ku hatin rûniştina Figenê ji GBT'ê derbas bûn.
Fîgenê di parastina xwe de anî ziman ku beşdarbûna merasîma cenazeyan bicihanîna nirxên mirovahî ye.
'Mehmet Tunç lehengek bû'
Her wiha Fîgenê got:"Heta ku pirsgirêka Kurd û pirsgirêka demokrasiyê çareser nebe ev dozna ew ê her bidomin. Tu îktidarên ku bi wateya peyvan şer dikin bi ser nakevin. Binêrin heman tişt dîsa tê jiyîn. Berê jî bi gotinan û bi wateya peyvan hat lîstin. 500 sal berê jî bi peyvan şer hat kirin lê serkeftinek nehat bidestxistin. Encam dîsa heman noqte ye. Em ê bîranînên hemû şehîdên demokrasiyê her bidin jiyîn. Em ê her sekna xwe biparêzin. Her çiqas em di bin esaretê de bin jî îktidara siyasî me neqedandiye û naqedîne. "
Ji bo rûniştinê saetek navber hat dayin. Dê rûniştin bi parastina Fîgenê bidome.