Foza Yûsif: Bi têkoşîna tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê azadiya jinê mayînde bikin

  • 11:50 14 Hezîran 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Endama Koordînasyona Kongreya Foza Yûsif di Kongreya Damezrîner a Meclîsa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de axivî û diyar kir ku armanca lidarxistina vê Kongreyê mîsogerkirin û mayîndekirina mafê jinê ye.
 
Yekemîn Kongreya Damezrîner a Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir, paşê axaftina destpêkê Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif kir.
 
Foza lidarxistina kongreyê li tevahî jinên azadîxwaz, têkoşer û tevahî jinên Sûriyeyê û rojhilata navîn pîroz kir û got: "Ger jin bibin yek dest karin bi hev re têkoşînek mezin li hemberî dijminê jinan bisekinin. Em wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo komkujiyên li ser jinan nê dubarekirin, ji bo em xwe birêxistinkirin bikin em her têdikoşin. Di van salên şoreşê de jinan gavên dîrokî avêtin. Di avakirina sîstema demokratîk jin pêşeng  bûn. Her wiha bi sedan jinên di çeperên şer ku ji bo rojên azad ji me re ava bikin şehîd bûn, em bi bîr tînin. Karê ku di 70 salan de tê kirin di şoreşa Rojava de di 7 salan bi keda jinan pêk hat."
 
'Zagonên jinê di rêveberiya xweser di erdnîgariya Rojhilata Navîn de tiştekî nû bû'
 
Fozayê wiha dom kir: "Di avakirina sîstema serbixwe ya jinê, di tevahî meclis û saziyan de jin pêşeng bûn û ji sedî 80 cihê xwe di sîstem û xebatê hevserokatî û rêveberiyê de girtin. Artêşek jinê kar û xebat kirin, her wiha rêxistinên jinê ji bo maf û edaleta jinê pêk were têdikoşin heta roja îro. Zagonên jinê di rêveberiya xweser di erdnîgariya Rojhilata Navîn de tiştekî nû bû û hemû jin di nav têkoşînê de ne. Bi navê hemû jinên Şoreşa Rojava Em dikarin bêjin gavên herî pîroz û bi nirx avêtin. "
 
Fozayê da zanîn ku têkoşînek hîn mezin bi avakirina civakek pêşketî ew ê pêk were û wiha dewam kir:"Pirsgirêka azadiyê ya mêran e jî, li hemberî sîstema desthildar û paşverû têbikoşin ku jin û mêr azad bibin. Civakek azad wê ava bibe, bi vê perspketîvê xebatê kongreyê dê bimeşe. Wê di pêşeroja me de di avakirina Sûriyeya Pêşeroj û destûrek mafê jinan de ev meclîs xwedî rolek mezin be. Bi vîna Arînan me dest bi şoreşê kir. Erk û armancê vê meclisê ku mafê jinê û demokrasiyê mîsoger bikin û mayînde bikin. Em soz didin şehîdên xwe, jinên di çeperan de em ê bi nirxê jina azad û gelan em ê têkoşînê bidomînin û meşa azadiyê li ser vê axa pîroz dest pê kiriye bidomînin. Bijî yekîtî û azadiya jinan."
 
Li ser navê Yekîneyên Parastina Jinê Zeyîneb Efîrnê axivî. Zeyîneb kongre pîroz kir û got: "Ev kongre ji bo pêşeroja Sûriyê ku mafê hemû gelan biparêze ye. Şerê ku li Sûriyeyê hat qewimandin têkoşîn û fedkariyek mezin ya jinan hat kirin, xwedî ked û têkoşînek mezin in. Di aliyê leşkerî me DAIŞ têk bir û têkoşînek mezin kir. Erka vê meclîsê ew e ku di warê demokrasî û siyasî de pêşketin e. Divê zihniyeta yekperest bê guhertin. Bi rola pêşeng ya jinan wê pêşengiya têkoşînê bikin û mafê jin û azadiya wê li Rojhelata navîn mayînde bikin."
 
Her wiha li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Meclisa Jinê ya Demokratîk, û mafan û şandeyên jin axaftin hatin kirin.
 
Kongre bi axaftinên netewên hazir û dirûşmeyên "Jin Jiyan azadî" niha didome.