Yekemîn Kongreya Damezrîner a Meclisa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir

  • 10:08 14 Hezîran 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi dirûşma " Yekîtiya Jinên Azad misogeriya Sûriyeya Demokratîk e", yekmîn Kongreya Damezrîner a Meclisa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir.
 
Îro li hola Beylesan a navçeya Amûdê ya girêdayî bajarê Qamişloyê herêma Cizîrê yekemîn Kongreya Damezrîner a Meclisa Jinê ya Bakur û Rojhlatê Sûriyeyê dest pê kir. Berî ev kongreya were lidarxistin du civînên berfireh di pêşengtiya Kongreya Star bi tevlîbûna tevahî jinên ji netewên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin û li ser bingehê vê biriyarê hat lidarxistin kongre hat lidarxistin. Hola Kongrê bi wêneyên têkoşer û berxwedêrên jin û pankertên bi nivîsên "Dengê Jina azad, misogeriya Azadîya gelan e", " Li Azadiya jin xwedîderketin li nirxên Şehîdan xwedi derketin e."
 
Jinên ku ji hemû netewên Kurd, Ereb, Sûriyan, Çerkes, Ermenî, Kildan, Tirkmen hazir bûn bi cil û bergên xweyî gelêrî tevlî kongrê bûn. Her wiha Mecîlsa Jinên Sûriyeyê, Nûnerên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), Hêzên Parastinê yên Sûriyan, Endamên Jineolojiyê, Saziya Malbatên Şehîdan, Endamên Sazyiyên Jinê di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de û bi dehan jinên serbixwe û Ednamên Partiyan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amede bûn. Ji dervî Sûriyeyê jî şandeyek jin ji 13 kesan ji Başûrê Kurdistanê û ji Bakûr û Rojhelatên Kurdistanê jî jin tevlî Kongreyê bûn. Her wiha şandeyek ji Ewropayê beşdarî kongreyê bû.
 
Di bernameya Kongreyê de wê axaftina destpêkê Endama Koordinasiyona Kongreya Star Foza Yusuf bike. Her wiha axaftinên mêvanan hene, dê nîqaş li ser rêziknameya Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were kirin û rastkirin, her wiha dê herî dawî Koordinasiyona Jinên Bakûr û Rojhelatê Sûriyeyê hilbijêrin.