Li Omeryanê agir li gundên li deştê belav bû!
- 09:46 14 Hezîran 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Agirê ku di encama pevçûnê de li bi Çiyayên Omeryanê ket niha dewam dike. Agirê ku nayê hiştin ku bê vemirandin li gundên li deştê belav bû.
Her sal bi hinceta "pêvçûn heye" agir bi Çiyayê Omeryan tê xistin. Agirê ku di encama pevçûnê de bi Çiyayê Omeryan hatibû xistin hîn didome. Do di saetên bi roj de gundiyan xwestin mudaxaleyî agir bikin lê leşkeran nehiştibûn. Hat hînbûn ku agirê ku nayê hiştin ku bê vemirandin li gundên li deştê belav bû.
Leşker nahêlin agir bê vemirandin!
Li gor îdiayên gundiyan tê gotin ku leşker nahêlin agirê ji Gundê Talat, Serêkaniyê, Çalê hatiye pêxistin, di encama operasyona leşkeran de pêk hatiye. Gundiyan xwestiye mudaxaleyî agir bikin lê leşkeran gotiye 'Hûn dixwazin mudaxale bikin lê ji ewlehiya we em ne berpirs in'.
Agir li gundên deştê belav dibe'
Agirê ku di demek kurt de li qadek berfireh belav bû û nahêlin bê vemirandin ji çiya li gundên deştê belav dibe. Agirê ku ji rêya di navbera Mêrdîn-Nisêbîn xuya dike di saetên dereng de hinekî ji aliyê gundiyan ve hat vemirandin. Lê hîn agir didome.
Walîtiya Mêrdînê derbarê operasyonê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Di çaçoveya operasyona bi piştigriya hewayî de, di 12'ê Hezîranê de hêzên me yên ewlehiyê li Herêma Omeryana Nisêbînê operasyon pêk aniye. Yek mêr yek jin 2 mensûbên rêxistinê jiyana xwe ji dest dan. Em ê di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê bi awayekî berfireh ji bo aramiya welatiyan faaliyetên xwe bidomînin."