Mîhrîcana Çand û Sporê pêk tê

  • 09:19 14 Hezîran 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên kurd ên li Elmanyayê dijîn dê 16'ê hezîranê li Monchengladbachê Mîhrîcana Çand û Sporê pêk bînin.
 
Ciwanên kurd ên li eyaleta Nordrhein Westfalen a Elmanyayê ne, wê 16'ê hezîranê Mîhrîcana Çand û Sporê pêk bînin. Mîhrîcan dê di saet 10.00'an de li bajarê Monchengladbachê pêk were. Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê dîmenek weşand û bang li ciwanên li NRW û Kurdistaniyan kirin ku tevlî mîhrîcanê bibin.
 
Di mîhrîcanê de wê lîstikên futbolê, pêşbirkên cihêreng, pêşandana govend û koroya zarokan hebin. Her wiha Hozan Kawa û Hozan Lokman de derkevin ser dikê.  Komîteya amadekar bang kir ku tîmên dixwazin tevlî tûrnûvaya futbolê bibin, divê heta 15'ê hezîranê qeyda xwe çêbikin.